PÎROZIYA SEMA YSÊ LI GOR EDEBIYATA DÎNÊ ÊZIDIYAN

Kemal Tolan

Kemal Tolan

Di bîr û bawerîyên Êzidiyan da û li gor qewil û qesîdên ola wan; rê , risim û lipitandinên di kişandina semayê da têne kirin, bo me diyar dibe sema sê caran hatiye kişandin. Belê li ser demê Sulltan Şîxadî hatiye nûjenkirin.

Milyaketan sema li dor dergehê ezman(sitêra dembilqapê) û nûra Xwedê kişandine. Lewma heta niha jî her şev , heft sitêr li dor sitêra dembilqapiê û dergehê ezmanî dizivirin. Li demê kêşana semayê da, Feqîrê xilmetkar li peristgeha Laliş çirayî (agir), li her çar kinarên qendîlê da vêdixêt (gurrî kirin). Her heft oldarên sema kêş, sê caran li dor wê çiraya (agrî) dizivirin, çunkî Êzidiyan Xwedê bi ronahîyê naskiriye. Mîna (roj, heyv, sitêr)ê, ji semaya qanunî ji qesîda sefa weqtî bi zmanê erebî bo me aşkradike, sema bo cara êkê li ezmana hatiye kêşan û paşî li erdî, lewma dibêjin:

Li ezmanan hate kişan, piştra li erda
Her wisa li gor qewlê (ilmê nadir) 

Ev sebeqe bo me eşkira dike ku, milyaketan bo cara êkê semaya qanunî li ezmana kêşaya:

 Bawerî serê hemû xêra
Meleka semaya qanunî li ezmana digêra
Momin bi wê baweriyê gehiştine dîwana Cebêra

Li gor lipindanên semayê milyaketan sema li ser rûyê erdî kêşaye, demê Xwedê erd cebirandî, gelek şeq (deriz, tîş) têdabûn. Li wî demî milyaketan sema li ser rûyê erdî kişandine û lingên xwe yê çepê bi erdê ra xuşandine, da ew şeq bêne lêkdan (rastikirin) û jiyan li ser rûyê erdê peydabibe. Lewma heta niha jî li demê kêşana semayê, oldarên sema kêş lingên xwe yê çepê bi erdê ra dixuşînin.

 Li gorî qewlê (zebûnî meksûr-2) milyaketan sema li dor qalibê Adem pêxember kişandine. Demê milyaket li dor qalibê Adem pêxember cemyan da ku ruh (giyan) bikefte ber qalibê wî da, belê ruh nekefte diber qalibê wî da, heta şaz û qidûm (def û şibab) ji ezmana bora ne hatine xwar. Piştî şaz û qidûm (def û şibab) ji ezmana hatîne xwar, milyaketan li ber dengê wan sema kişandine. Lewma heta niha jî li peristgeha pîroz a Laliş, li demê kêşana semayê de def û şibab têne lêdan (lêxistin). Ev sebeqeyên li xwarê evê gotinê diyardiken:

Ku kinyat dizeynî
Çar qismet têk hincinî  
Axe û ave û baye û agire, qalibê Adem jê nijinî
             
Şembû dana asase  
Li îniyê kir xilase
Be'dî heft sed salla heft surr hatine doran û kase  
 
Be'dî heft sed salla heft surr hatine hindave  
Qalib mabûyî bê gave  
Gote ruhê tu boçî naçiye nave
Ruhê go: li ba aşiqa we me'lûme
Heta bo min ji bana nên şaz û qidûme
Nîveka ruhê û qalibê Adem zor tixûme
 
Şaz û qidûm hatin û hedirî-1
Nûra muhbetê hingivte serî
Ruh hat û li qalibê Adem êwirî-2
 
Adem ji wê kasê vedixwar û vedjiya
Mest bû û hijiya
Goşt lê huriya xûn tê gerriya-3.

Her wesa di bîr û bawerên Êzidiyan da, li gor qewil û qesîdên ola wan, rê rismên kêşana semayê dizivirine berî peydabûna mirovan a li ser rûyê erdê, anku bi hezarên sallan berî zayînî bûye. Demê di xêr û şera da qewil û qesîda têne gotin, ji aliyê qewala ve dibêjin : me îmane ji qewle, îmana mêrê Êzidî bi ilmê Xwedê temame. Belê ev gotinan ji valahîyê nehatine, çunkî Êzidiyan bi sedan qewl , beyt û qesîde li ber dest hene. Li gor bîr û bawerîyên Êzidiyan û ji du'aya (sebrê) milyaketan axa qalibê Adem pêxember bi ava Kaniya Sipîve stiraye û qalibê Adem pêxember li Lalişê hatiye duristkirin. Lewma heta niha rê û rismên semayê li peristgeha Laliş têne gêran. Ev sebeqe vê rastiyê pesend dike:
 
bi wê sebrê meleka axa qalibê Adem anî 
li ava kaniya sipî hilanî 
bi wê sebrê qalib jê çêkirî -1 

Her wesa li gor qewlê (zebûnî meksûr) milyaketan sema li dor qalibê Adem pêxember kêşaya û Xudê mezin kasa jiyanê bi ser vekir û giyan li qalibê Adem êwirand. Li gor sebeqên evî qewlî li roja şembûyê dest bi qalibê Adem kiriye û li roja îniyê bi dumahî înaye, ev sebeqe şehdeyê pê didet:

  li şembûyê dana esase
 li îniyê kirin xilase
 be'dî heft sed sala heft sur-2 hatine doran û kase

  Anku piştî heft sed salî milyaket li dor qalibê Adem civîyan, diviyan giyan (ruh) biçite ber, belê ruh qayîl nebû û got: bila li bawe xuya be, heta ji ba Xwedê firwar neyê, ez naçime diber vî qalibî da. Ev her dû sebeqe şehdeyê bi vê hindê diden:
 
 Piştî heft sed sala heft surr hatine hindave-3
 Qalibê Adem pêxember mabû bê gave-4
 Gotine: ruhê boçî naçiye nave
       
 Ruhê go: li ba we aşiqa-5 me'lûme
 Heta bo min ji bana nên şaz û qidûme
 Nîveka ruhê û qalibê Adem zor tixûme-6 

Her wesa li roja çarşembûyê Pedşa û milyaket hatine hindavê qalibê Adem, li ber dengê şaz û qidûma (def û şibaba) sema kêşan û Xwedê kasa jiyanê bi ser vekir û giyan li qalibê Adem êwirand. Ev her sê sebeqên li xwarê evê rastiyê pesend diken:
 
  Şaz û qidûm hatin û hidirîn
 Nûra muhbetê hingafte serî
 Ruh hat û li qalibê Adem êwirî
 
 Adem ji wê kasê vedxwar û vedjiya
 Mest bû hijiya
 Xun tê gerriya goşt lê hurriya
 
 Adem pêxember ji wê kasê vedxware  
 Kerema wê kasê hate diyare
 Lew pêngijî û pê dibû şiyare .“ *

Ji rûpelên 17-22 yê vê pirtûkê hatiye weşandin. 
https://www.facebook.com/profile/100006170713219/search/?q=SEMA


Meriv dikare pirtûkê ji vê navnîşana dîyar dibe bixwaze:
https://www.nayayinlari.com/index.php?route=product/product&product_id=175&search=Semaya+D%C3%AEn%C3%AE+Di+%C3%8Azdiyat%C3%AEy%C3%AA+Da&description=true