Em miletê kurd miletekî yê xudanê mêjûyeka kevnar e û axa Kurdistana hatî kert kert kirî ne. Me jî wekî hemî milet û neteweyên li ser rûyê vê axê; maf heye ku em jî bijîn û desthilatdarî û rêberîya milet û welatê xwe Kurdistanê bikîn. Belê em rasta gelek neheqîyên mêjûyî hatîne û mafên me yên neteweyî ji me hatîne standin. Di miqabilê vê neheqîyê de evenî bi serê sedên salan e ku em bedelan ji bona azadîya xwe û welatê xwe Kurdistanê bi rêtina xûna xwe ve didîn. Belê rewşa me ya li berçavan e û ema dinêva agirê dojeya zordaran de dişewitîn.
Gelo em dê çawe ji vê rewşa xirab rizgar bibîn û bibîn xudanê parastina maf û welatê xwe Kurdistanê jî? Di pêşîyê de pêdivî pê heye ku em xwe xudanê ax, welat û miqedasatên xwe yên neteweyî bibînîn û bibêjîn em xudanê vî welatî û van miqedesatên xwe yên neteweyî ne. Her wiha jî pêwîstî pê heye ku em miletê kurd bişêweyên xebata xwe ya neteweyî de ji demûqirqasîyê û bi hevre karkirinê de li hevkirîbîn. Pêwîstî pêheye ku mafên kêmneteweyên Kurdistanê parastîbin û demuqirasîya me ya bi navxweyî jî bi sîstema vê Cîhanê re li hevkirîbe. Pirsa çareserkirina maf jê hatîn standiyan, pirsaeka neteweyî ye û dê bi quweta hemî pêkhatîyên neteweyî ve bihêt çareserkirin.
Belê evenî bi serê çendî salan e ku têgiheşteka di nêva miletê kurd de peyda birî û dijîtîyê bi mafên netewbûna miletê kurd û serxwebûna Kurdistanê re şer dike. Ev têgiheşt dibêje dema avakirina dewletên neteweyî derbaz birîye. Belê ev hêz ji bo demuqirasîya netewdewletên li ser zilmê û înkara miletê kurd û Kurdistanê ava birîn re li hev dike û dibêje çênabe ti dewletên dî yên neteweyî û bi destên empiryalîzmê di herêmê de bihêne avakirin.
Ev hêz bi hemî karînên xwe ve, dijîtîyê bi serxwebûna Kurdistanê re dike û ji bo pirsa serxwebûna Kurdistanê re astengan çêdike. Lê çi dema li hesabên xwe de lawaz dibe; destê xwe tavêje pirsa kongereya netewî û dixwaze miletê kurd li ser hesabên xwe yên tarî bixapîne û mejîyê miletê kurd têkil hev bike. Başe ev hêza ti mafên netewbûnê û serxwebûna miletê kurd nasneke dê bi kîjan heqî ve pirsa kongereya neteweyî bîne rojeva xebata azadî û serxwevebûna kurd û Kurdistanê?
Di salên şêstî û ervaz de, komunîstên tirkan jî digotin em dê komunîzmê mînîn û miletê kurd jî dê dinêva vê sîstemê de biheqane bijî. Vê gavê jî ev hêza li ser navê kurdan diştexile û behsa biratîya gelan û demuqirasîya cimhurîyetên li ser înkara kurd û Kurdistanê hatîn avakirin re kar dike û dibêje bi rêya demoqirasîyê û bi quweta biratîya gelan re gelên rojhilata nêvê dê bibin xudanên mafên xwe yên jîyanê. Hegî ev hêz û birayên xwe ve rast dibêjin; bila bi hevre bêjin Kurdistana kurdan ji alîyê me ve hatîye dagirkirin û mafê miletê kurd heye li ser axa xwe bi azadane bîjî û rêberîya xwe ya netewî bi destên xwe rêve bibe. Wê gavê mafê vê hêzê û birayên wê dê çêbe ku bihên û bi hêza neteweyî û Kurdistanî re gengeşeyên pirsa mafên miletê kurd û Kurdistanê yên neteweyî bikin.
Ev hêza bidehên hezaran xortên kurd li beryekparçetîya dewletên dagirker û demuqirasîya wan de dayî kujtin; dê bi kîjan mafî ve doza kongera neteweyî li hêzên kurd û Kurdistanî parêzan bike? Ev hêz li ser gotina biratîya gelan bi hemî hêzên ji derveyî hêzên kurda re li heve û bi wan re dijîtîyê bi serxwebûna Kurdistanê re dikin. Lê ev hêz di dema lawazî û dengdanan de navê miletê kurd ditîne bîra xwe û miletê kurd jî. Evê hêzê ticaran negotîye em hêzeka Kurdistanî ne û herdem gotîye em hêzeka Tirkeyî û herêmî ne.
Ev têgiheşta henê ne têgiheşteka neteweyî ye û nikare li gel hêzên neteweyî û Kurdistanî li ser pirsa kongera neteweyî li hev bike. Ma qey şirîkatîya vê hêzê û dewleta tirkîyeyê ya kolana xendekên li bajarên Kurdistanê ne li berçavan e? Ma rewşa ji Efrînê û hita Qamûşlogê û şirîkatîya vê hêzê ya li ser dijberîya rewşa referanduma serxwebûna başûrê Kurdistanê û rewşa Kerkûkê û Şingalê hatîye ji bîrkirin? Gelo ev hêza xwe Kurdistanî nabîne, dê çawe bikaribe pêşkêşîya kongereya neteweyê kurd û Kurdistana Kurdistanîyan bike?
Pirsa xebata neteweyî, pirserka mafê hemî kurd û Kurdistanîyan e ku xebatê ji bona azadîya xwe û welatê xwe Kurdistanê bike. Belê ne mafê ti quwetan e ku li ser hesabên miletê kurd û Kurdistanê mafên miletê kurd li madilayê bide û bibêje ev sîyasete ku em dikîn. Di vê sed sala bîst û yekê de keysaka mêjûyî ya hatî û li berderîyê miletê kurd rawestayî; lê ev têgiheşta seqet ya dibêje dema avakirina dewletên netewî derbaz birîye û dixwaze li ser gotina biratîya gelan re bibe şirîkê dewletên serdestên miletê kurd û şirîkatîyê li ser înkara Kurdistanê bike; gelo kîjan sifetên neteweyetîyê bi vê hêzê re heye? Hemî gelan mafên dewlet û desthilatdarîyên xwe heyîne û dewletên xwe ava bikin û biparêzîn jî. Gelê kurd jî pêwîstî li yekîtîya xwe ya neteweyî heyî ye. Daxwaza gelê kurd eve ye ku desthilatdarîya xwe li ser axa xwe bike û ne li ser înkar û axa ti miletên dî doza mafên xwe dike. Hêj ev keysa li berderîyê me ji destên me derneketî pêwîstîya me li hevkarîyeka neteweyî û dayin û standineka netewî heye. Keysdarîyên neteweyî her roj li rasta miletan nayên. Agirê guhertina herêma rojhilata nêve germe û divê me miletê kurd hayîj ji rewşa xwe hebe û em ji van guhertinan bê pişk nemînîn! Hemû gel dewletên xwe avadikin û diparêzin û xudantîyê li mafên xwe jî dikin. Ev mafê me miletê kurde jî
Evdirehmanê Gundikî.