Pirsa Kurdistan û Prof. Dr. Michael Gunter!

Şeyhmus Ozzengîn

Profesor Dr. Michael Gunter, mamosteyê zanistên sîyasî ye û li Zanîngeha Tennessee li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê dixebite.

Profesor Dr. Michael Gunter, cara yekem sala 1995an serdana Herêma Kurdistanê kirîye.

Çend panel û semînar derbarê pirsgirêka Kurdan de pêşkêş kirine, herwiha beşeke mezin a jîyana xwe ji bo lêkolîn û nivîsîna derbarê Kurdan terxan kirîye. Nêzîkî 100 lêkolîn û pirtûkan derbarê Kurdan nivîsîye.

Prof. Dr. Michael Gunter, Di nerînên xwe de bawere ku; „avabûna dewleteke Kurdî ku Kurdên her çar dewletan li xwe bigire li gor şert û mercên îro, ne mumkin e“(!) Li gor vê bawerîya xwe, piştgirê parastina statûkoparêzîya Emerîka a heyî, di herêma Rohilata navîn û di vê prosedûrê de piştgirê destûra İraq, a federal û li vê destûrê cîgirtina mafê kurdan e. Siberoja kurdan, di parastina statûya herêma fedaral, nîvdewlet a Başûrê Kurdistan de dibîne.

Ji Rûdawê Hîwa Cemal, di 30-07-2020 de bi Prof. Dr. Michael Gunter re, li ser   pirsa Kurd, Herêma Kurdistanê, Têkilîyên Bexda-Hevlêr û çawayî ya Nefta Kurdistanê, Haşdî Şabî û radestkirina Kerkûk, hevpeyvînek lidar xistibû. Hinek xalên girîng, ku sîyasetmedar û rewşenbîrên Kurd li ser rawestin di vê hevpeyvîna bi Prof. Dr. Michael Gunter re hene, ku ez carek din balê bikişînim ser. Heta niha li Emerîka, kesên ku bi kurdan re têkildar, pîsporên doza Kurd û li ser sîyaseta piştgirîya Kurd û Kurdistanê, bi baldarî disekinin; min John Polton, Joe Biden û Dr. Peter Galbraith bi we dan naskirin. Ev car jî, wek çaremîn danasînê, ezê di hinek waran de li ser nerînên Prof. Dr. Michael Gunter rawestin.

Prof. Dr. Michael Gunter, rexneyek tûn li kurdan dike û eşkere dike ku;

 “Kurd ne yekgirtî ne, lê ji her demekê ne xerabtirin” û hişyarîyê dide kurdan ku, “Divê Kurd bi hev re kar bikin, an ji hev perçe perçe dibin.”

Prof. Dr. Michael Gunter, balê dikişîne ser bûyerên 16ê Cotmha 2017an û dibêje, “Neyekgirtina Kurdan, rê da Heşda Şeibî bi hêsanî dest deyne ser Kerkûkê, ev şermezarîyeke mezin e ji bo Kurdan“ û didomîne:

„Eger rêjeyeke dîyarkirî ya yekgirtina kurdan nebe, hingê dijminên we, wê perçebûnê bi kar bînin û taktîkên xwe li dijî we bi kar tînin. Wek çawa piştî giştpirsîya sala 2017an, parçebûna Kurdan rê da Heşda Şeibî bi hêsanî dest deyne ser Kerkûkê, ku şermezarî û trajedîyeke mezin e ji bo Kurdan.“

Prof. Dr. Michael Gunter, li ser hevgirtina kurdan û sîyasetek hevpar, hevokek dîrokî tîne ziman û dibêje; „Yan divê Kurd bi hev re kar bikin, yan dê ji hev perçe perçe bibin..“

Prof. Dr. Michael Gunter, li ser perçebûna kurdan û neyekrêzîya sîyaseta Kurd eşkere dibêje;

„bi rastî perçebûna kurdan, zîyanê digihîne Kurdan. Dijminên we, mebesta min welatên li dorhêla we ne, wek Tirkîyê û Îranê, tev Bexda jî, hergav perçebûna Kurdan wek stratejîyekê li dijî Kurdan bi kar anîne. Li ser vê perçebûnê kar kirine. Ev perçebûn, derfetê dide dijminên we, da ku zîyanê bigihînin we û rêgir bin, ku hûn bigihin armancên xwe yên rewa.“

Prof. Dr. Michael Gunter, li ser dabeşkirina dîrokî a statûya  ser Kurdistanê jî mikur tê ku;

„..bêguman rola kolonyalîzmê di vê dabeşbûnê de hebû. Rola nakokîyên Îngilîz û Fransîyan di dîrokê de hebû. Lewma gelek sedemên cûda li pişt vê dabeşbûnê hene. Di sedsala borî de jî Kurd li ser çar welatan hatin dabeşkirin: Tirkîyê, Îran, Iraq û Sûrîyê.“

Prof. Dr. Michael Gunter, yek ji wan kesên li dijî dema pêkanîna referandûma Serxwebûna Kurdistanê bû û pê bawer bû ku; „referandûm pêk were, wê Kurd qezencên xwe yên didest de jî wenda bikin. Lê piştî sê salan, di derheqa wê pêvajokê de dîyar dike ku:

„Di Cotmeha 2017an de, ez heta hefteyekê ditirsîyam, ku bi temamî dawî li Herêma Kurdistanê were, lê we dubare xwe rêk xist û vegerîyan xala ku hûn berê gihiştibûnê” û tekez dike ku „Herêma Kurdistanê pêngavên mezin ber bi dewletbûnê ve avêtine.”

Prof. Dr. Michael Gunter, van tesbîtên xwe didomîne û tekez dike ku; „Kurd li hember Bexdayê ji bo daxwazkirina mafên xwe radiweste û Pêwîstîya vê jî bi serkirdeyên dewletmedar heye, ku bi nerîna min li ba kurdan jî ev kadro hene.“

Prof. Dr. Michael Gunter, li ser rewşa herêma Kurdistanê pêşnîyarên xwe, di asta parastina statûya destûra İraq de tîne ziman û dibêje; „Xwe wek welatîyên dilsoz ên Iraqê bibînin, lê di heman demê de bergirîyê li mafên xwe bikin!“ Dîyar dike ku:

„Ji ber şert û mercên dîrokî, niha bakurê Iraqê dewleteke nîv serbixwe ye. Ev jî ji Kurdan re destkefteke mezin e. Eger Iraq hilweşe, Kurdistana Iraqê dibe dewleteke serbixwe. Lê divê hûn bi awayekî bên dîtin, ku hevahengîyê bi Iraqê re dikin.(!)

Prof. Dr. Michael Gunter, di warê sîyasî û stratejîk de têkilî, hemahengî û hêvîyên kurdan û Emerîka bi hawayekî eşkere tîne ziman û dibêje;

„..dibe ku Amerîka hevrêya Kurdan a herî baş be, lê ne hevrêyeke temam e. Amerîka serxwebûna Kurdan naxwaze. Amerîka herêmeke federal a Kurdî di nav Iraqa yekgirtî de dixwaze. Bi wateya dabînkirina mafên Kurdan wek herêmeke nîv serbixwe. Pêwîst e hûn fêm bikin ku, Amerîka piştgirîya serxwebûna we nake, lê piştgirîya we dike ji bo bidestxistina mafên ku di destûra 2005an de hatine bicihkirin.“(!)

Hosteyên honandina sîyaseta dewletbûnê û dijwarîya çareserkirina pirsgirêka pirsa Kurd û Kurdistanê, dema rûbirûyî hev tên, cûre cûre rê û rêbaz jî derdikevin ber me. Yek ji van rêbazên demkî jî Prof. Dr. Michael Gunter pêşnîyar dike:

„Serxwebûna gundekî Kurdîstanê, dibe dewleteke biçûk. Niha baştirîn rewş ku Kurd tê de ne, Kurdên Herêma Kurdistanê ne. Çimkî ewqasî mezin e ku bibe dewleteke nîv serbixwe ya federal di nav Iraqê de. Eger Iraq jî wek dewlet şikestinê bîne û hilweşe, hûn di statûyeke sûper de ne, da ku serxwebûnê bi dest bixin. Lê nabe hûn bi kelecan li benda hilweşîna Iraqê bin.“(!)

Prof. Dr. Michael Gunter, yek ji parêzerê statûya heyî a li gor esasên destûra İraq e. Di vê çerçoweyê de, parastina statûya Herêma Kurdistanê û Kurdistanek hevgirtî û destxurt li henber Bexda, ji bona pêşeroja kurdan wek baştir  rê dibîne. Ji bona wê jî li ser rewşa herêmê pêşnîyarên xwe bidawî tîne:

„Ez dîsa şîretê li we dikim nefta xwe hemûyî radestî Bexdayê nekin. Heger hûn radest bikin, ev dê bibe gaveke çewt ji bo berjêrbûna Herêma Kurdistanê ber bi rewşeke xerab ve.. Divê hûn li gor destûrê daxwaza mafên xwe yên rewa bikin. Li gor madeya 112an a Destûra Iraqê, benda duyem, hûn dikarin bêjin mafê we ye hûn dest deynin ser wê petrola ku li wan zevîyên petrolê tê berhemanîn ku piştî 2005an hatine kolandin. Tu dizanî eger niha Herêma Kurdistanê serxwebûnê ragihîne, dê bibe yek ji deh dewletên mezin ên berhemhênerên petrolê li cîhanê. Divê hûn di statûyeke baş de bin li hember Bexdayê, sade bin, lê di danûstandinan de serhişk bin.“

Bi hêvîya ku rewşenbîr û sîyasetmedarên Kurd û Kurdistanê li ser van  nerînan rawestin û pirsgirêkên xwe, bi rê û rêbazên netewî, Kurdistanî çareser bikin.

23.08.2020