Pirsgirêkên xalên sînorî diçin pêş parlamentoyê

Biryare dawîya vê heftîyê hikûmeta herêma Kurdistanê û Parlamentoya Kurdistanê li ser pirsgirêkên xalên sînorî bicivin û raportek jî li ser kêmasîyan ji hikûmetê re hatîye dayîn.

Navenda Nûçeyan- Cîgirê serokê parlamentoyê Hêmin Hewramî di civîneke çapemenîyê de ragehand, raporta hejmarek parlamenteran li ser xalên sînorî geheştîye dest û piştre ji encûmena wezîrên hikûmeta herêma Kurdistanê re hatîye şandin.

Hêmin Hewramî ragehand, bo guftûgo kirina li ser pirsgirêk û kêmasîyên xalên sînorî hikûmet û parlamento dawîya vê mehê dê li parlamentoyê bicivin.

Berî naha hikûmeta herêma Kurdistanê lijneyek bo agahdarbûn ji rewşa xalên sînorî pêkanî.

Li gor raporta lijneya destpakîya parlamentoya Kurdistanê pêdeçûn bo xalên sînorî kirîye, derveyî anîna xorakî dema wan derbasbûyî, têbinîya hebûna gendelî, xisar kirina pare, dîyar nemana beşek ji dahatan li xalên sînorî heye.

 

 

Siyaset Haberleri

Parlamentoya Îraqê biryar da ku Helebce bibe parêzgeh
Nêçîrvan Barzanî û Ehmed Şer civiyan
NYT: Li Sûriyê zêdetirî 100 kargehên çekên kîmyewî hene
Şanda Rêveberiya Parêzgeha Helebê serdana ENKSê kir
Rêber Ehmed: Kurdistan pabendî rûbirûbûna tawanên rêkxistî û torên bazirganîkirina bi mirovan e