Pirskirêka miletê Kurd ne demokrasî dadperwerî û wekhevî ye

.

Hemdusena Demirel

Bê guman miletê Kurd li bakurê Kurdîstanê dixwaze mafê xwe yê netewî niştimanî bi rêya aşitîyê û bi giftûgo yan bidestbixe lê heger rastî hebe.1ê çirîya pêşî ya 2024 an bi bangewazîya Devlet Bahçelî, li gor dewletê pêvajoya nû li gor Ocelanî paradîgmaya nû, di esasê xwe de pêvajo paradîgma û taxtîkek a nû ya bê statû hiştin û têkbirina destkeftiyên miletê kurd bi gengeşeyeka mezin destpêkir.

Devlet Bahçeli, bangî Abdullah Ocalanî kir û got, dema dewlet ê te anî Tirkîyê te got derfetê bidin min ku ez ximetê bikim. vaye derfet PKKê fesih bike.

Gotibû dîya min jî tirke .her hal ji ber extîyarî yê, Bahçelî ji bîr kirîye bêje.

Abdullah Ocalanî di bangewazîya xwede got netewdewletek cûda, federsyon,xweserîya îdarî û çareserîyên kûltûralîst ku encama pêwîst a netewperestîya tund in,nikarin ji sosyolojîya dîrokî re bibin bersiv û banga çêkdanîn û xwe fesikirina bê qeyd û şerd kir.

Çawa ku her miletek li ser axa xwe di bin sîwana ala ya xwe de bi azadî,aramî û bi aşitî dijî, herwiha miletê kurd jî divê li ser axa xwe bê tirsa kuştin,koçber kirin,bişaftin û her cûre sizakirin û azardan ê bijî.

Dewletbûn, federalî, otonomî, netewdewletek cûda, mafê herî rewa yê miletê Kurd e.

Dewletbûn,federalî, otonomî, netewdewletek cûda,wê rê li ber kuştin,koçberî, bişaftin û hemû cureyên sizakirin û azardanê bigire.

Mixabin tiştê ji xelkêre heq û edet, Abdullah Ocalanî, li me kurda dike sûc û qebehet.

Pirskirêk a miletê Kurd ne demokrasî dadperwerî û wekhevî ye, pirskirêk a miletê Kurd hebûn a dewlet a tirk, a li bakûr ê Kurdistanê ye.pirsgirêka Kurdan dagirkerîya dewleta tirk e.DEM partî ji bo Filistînî ya dawa dewletbûn ê dike,lê rastîya mafê dewletbûn a miletê Kurd,dadixîne asta dadperwerî wekhevî û demokrasiyê.wekî pirsgirêkek, tunebûn a aramiyê dide pênase kirin.

Rayedarên dewleta Tirkî,bi awayêkê lez û bez dixwazin ku pkk yî çekan danin û xwe fesih bikin.Ev 40 sale ku  di hemî qadan de PKKê destê dewleta Tirk xurt kirîye û ji bo Tirkîye, bûye amûrê herî bi kêr hatî,yê têkbirina destkeftiyên miletê kurd.Çi li başûr çi jî li rojava yê Kurdistanê. Gelo çima dewlet dixwaze bi amûrê xwe,yê herî bi kêr hatî çek bide berdan û fesihkirin?

Hebûn a Amerîkayê li rojava yê Kurdistanê, vekişîna Rusya ji Sûrî yê, û hilweşîn a rejîma Esad û hebûna hêzên çekdarê kurd (YPG HSD),ku ji alîyê Amerîkayê tê perwerdekirin û fînanse kirin,tirka xistîye tirsek mezin. Gelo ewê dikaribe statukoya xwe ya heyî biparêze? Siyaseta biratiya gelan û demokratîzekirina Tirkiyê, ji bo dewletê ne tehdid e derfet e ku bikarbîne.

Armanca dewlet a Tirk ne ewe ku bi PKKê çek bide berdan,armanca dewlet a tirk ewe ku bi bangewazîya Abdullah Ocalanî,liser PKKê bi YPGê, bi taybetî jî bi HSDê çek bide berdan.daku kurd li rojavayê kurdistan ê nebin xwedî statuyekî û li beramber qetlîamên nû,rû bi rû bimînin.wekî elewîyan ku niha ji aliyê colanî ve tên qetilkirin.PKK bangawazîya Ocalan bi kêfxweşî pêşwazî kir lê tenê agirbest a yekalî ragihand.ji bo nîqaşa xwe fesihkirin ê,wê kongire bicive û biryar a dawîn bide.li bakurê Kurdistanê tunebûna hişmendiya neteweyî û hebûna sîyaseta entegrasyonê,ku ji alîyê DEM ê ve tê meşandin qeyd û bendên herî mezinin li pêşîya azadîya miletê kurd.Ji bo bidestxistina statûyek li rojavayê Kurdistanê divê HSD bi hêztir bibe, ji bo rê liber sîysetek niştimanî vebe û destê dewletê lawaz bibe divê PKK çek dêne.

Kurdistan Haberleri

Heyeta PWK ê Li Amedê Bi Minasebeta Cejna Remezanê Seredana PSKyê Kir
Heyeta PWK ê Li Amedê Bi Minasebeta Cejna Remezanê Seredana HAK-PAR ê Kir
Tommy Bruce: Herêma Kurdistanê hevpeymanekî girîng ê Amerîkayê ye
Polonya bi 2 milyar dolarî sîstema Patriotan ji DYAyê dikire
Piştî ENKSê TEV-DEMê jî hikûmeta nû ya Sûriyê red kir: Wekî rejîma Baas e