Pirtûka derbarê jîyana rewşenbîrê Kurd Celîlê Celîl de derket

Pirtûka bi navê, ‘Jîyaneke Li Pey Zanyarîyên Kurdî’ ku derbarê jîyana rewşenbîrê Kurd Celîlê Celîl de hatîye nivîsandin belav bû.

Navenda Nûçeyan- Pirtûka ku hevpeyvînên Prof. Dr. Celîlê Celîl ên di navbera salên 1991 û 2019an di rojname, kovar, televîzyon û ragihandinên cuda de belav bûne li xwe digire, ji alîyê Weşanxaneya Lîsê ve bi navê, ‘Jîyaneke Li Pey Zanyarîyên Kurdî’ ve hat belavkirin.

Di wê pirtûka ‘Jîyaneke Li Pey Zanyarîyên Kurdî’ jibilî mijarên derbarê, ziman, wêje û folkloara Kurdî de, derbarê malbata Celîl de jî ku zêdetirî 80 sal e xizmeta wêje û folklora Kurdî dike de, zanyarîyên berfireh hene.

Ew pirtûk ji alîyê nivîskar Nîhat Gultekîn ve hatîye amadekirin û Gultekîn derbarê pirtûkê de dibêje, “Her çiqas xelk Celîlê Celîl û malbata wî nas bike jî, min xwest alîyên ku nayên zanîn pêşkêşî xwîneran bikim.”

‘Jîyaneke Li Pey Zanyarîyên Kurdî’ ku ji alîyê Weşanxaneya Lîsê ve hat belavkirin ji 384 rûpelan pêk tê.

Kurdîstan Haberleri

Festîvala fîlmên kurdî ya Patrîsê dest pê kir
Li Parîsê Pêşangeya Wêneyan
14 jinên Kurd beşdarî pêşangeheke şêwekariyê ya Polonyayê bûn
Suryaniyên Sûriyê: Gotinên di destûra demkî de, dewama gotinên rejîma berê ye
Komîteya Destûrê: Navê welat wekî Komara Erebî ya Sûriyeyê dimîne