Çavên kekê Wasfî Ak her ronî bin, belê hêjayan vaye pirtûka ku, min çend gotar ji naveroka wê raberî we birêzan kiribûn*, bixêr derget gihîşte ber destên we û xwandevanan!
Kesên ku pirtûka “ JI SERDEMA DÎROKÊ HETA ROJA ME, 174 FERMANÊRÎŞÊN LI SER BAWERIYA EZDAYΓê bixwaze, ew dikarin di pêşangeha pirtûkan a Amedê de bi dîrokzane , nivîskar û lêkolînvê rêzdar kekê Wasfî Ak ra bikeve pêwendiyê û îmzeyekê jê bigre !
Min bixwe di pêşgotina “ JI SERDEMA DÎROKÊ HETA ROJA ME, 174 FERMANÊRÎŞÊN LI SER BAWERIYA EZDAYΓê de , naverok û nirxên wê heha daye naskirn:
PÊŞGOTIN
Xwandevanên hêja,
li goriya agehdarî û zanînên ku, min ji nav zargotina me Êzdiyan berhevkirine û gelek berhemên ilimdar, dîroknas, nîvîskar, rewşenbîr, lêkolînvan û rojnamevanên dîrokzane, yên ku li ser şaristaniya mirovatî, mîtologî, ziman, civak, çande, netew û tevaya dîroka bav-kalên me Ezdayî-Êzdiyan hatine nivîsandin xwandine, fêhmkiriye û min jî di berhemên xwe de daye xwanê, şaristaniya me Êzdiyan haveynê şaristanî û çanda mirovahiya Mezopotamyayê û xizna nasnama gelê Kurde.
Spas ku birêz kekê Wasfî Ak jî, di rûpelên vê pirtûka di destê we de dide xwanê ku, „kuraya zayîna dîroka Êzdiyatiyê û Kurdistanê ji Zagrosan(zaye-roj) despêkiriye. Ezdayetî-Êzdayetî baweriyeke herî kevnar a dinyayê ye; xwezayî ye û bingehê xwe ji xwezayê digre. Êzdiyatî rojparêziye, rojê û elementên rojê wekî agir, ronahî û germahiyê pîroz dibîne û di ilmê xwe yê pîroz de diparêze. Di ilmê Ezdayetiyê de zelal dibe ku, her tişt ji axê, av hewayê û rojê, roj jî ji nûra Xwedê çêbûye û bereketa wan pîroz dibîne. Ji kevnariya dîrokê ya hezaran salan û heta roja me jî wêneyê rojê li ser dergehên perestgehên Ezdayî û li ser kêliyên tirbên goristanan hatine cih kirin. Peyrewên dînê Ezdayî, bi hilatin û avabûna rojê pesn û senayê ji bo Xwedayî dikin. Bawermendên Êzdî bêtirînê hemû bawermendên dinyayê du’a-du’rozan (Termîna:du’ a-du ayînên rojê, du-roz, du qewlên rojê, hilatin û avabûn) ji Xwedê dikin û ji bo hemû mirovahiyê qencî, çakî, selametiyê û her weha ji bo sitirîna 72 miletan diçin maderê, du’a yan dikin û miraz û mexsedên xwe ji Xwedê dixwazin. Di derbarê rah û rîşalê Ezdatiyê de kolandinên ku li Şkefta Şanedar a li Başûrê Kurdistanê hatine kirin, nîşanên bihêz dide ku eslê Yezdatiyê-Ezdatiyê-Êzdîtiyê vedigere bi hezaran salan. Piştî hezareya çaremîn a destpêka damezrandina baweriyên semawî êdî hevrikî, dubendî, bigirbikêşî, kelemejîtî û şkeleserî kete di navbera civakan de û her civakekê peyrewên baweriya xwe nirxdar didîtin û kuştina yên din rewa didîtine.“
Lewma jî pêşiyên me Êzdiyan ji ber destê zilm, zor û qedexekirina der û hundir nikarîbûne tu carî di nava welatê ku, tê de dijiyan de xwe azad bidine nasandin û bi derdora xwe re bikevine nava pêywendiyên fireh. Lê dîsa jî piraniya bav-kalên me ÊZDIYAN di her wextî û di her cîhê ku lê jiyane de, li himberî zilm û xezeba mîr, beg, axa û artêṣên dagirkeran li ber xwe dan e, ew teslîmî wan kevneperest, olperestên fanatîk, bêbext, nijadberestên xwînxwar û hovane nebûne.
Belê min jî di berhemên xwe de daye xwanê ku, gelek mîras û serpêkhatên me Kurdên Êzdî hene, ku tu kesî nikarîbuye-nikare vê kuraya şaristaniya di nav baweriya ilmê Êzdîtiyê, yê ku di nav zargotin û ilmê(qewl, duha, beyt, sed , hed û hwd.) me de hatiye parastin, hatiye gotin û vêga hêjî tê gotin ṣîrove bikin......
Di rûpelên vê pirtûka giranbuha de jî tê xwanêkirin,“ bi sedan geryok û rojhilatnasên biyanî jî Êzdî û Êzdayetî nasnekirine , ewan jî mîna gelek rewşenbîrên Kurdên misilman û bi zimanê êrîşkaran Êzdî dane danasîn û nêzîkî rastiya Êzdiyan nebûne. Bi rastî jî baweriya Ezdatiyê hîna jî nehatiye naskirin. Ji ber wê jî xebatên ku li ser Êzdînasiyê têne kirin, karekî wijdanî û erkekî mirovî ye. Baweriyên serdest ji dîrokê heta roja me, nehiştine baweriya Êzdî pêş bikeve; her tim rastî, zext çewisandin û neheqiyê hatiye. Gava dînên Semawî peydabûne ,têkiliyên peyrewên wan bi Xwedê ra çêbûne, bandora wan gelek li ser Êzdîtiyê çêbû, rojparêzî û gelek baweriyên dinê jî mane pîlana duyemîn û Êzdiyatî jî mecbûrbuye di destpêka sed sala 13’emîn de, di serdemê Xwedê jê razî Şêx Adî de hinek nêzîkî dînên Semawî hate kirin. Lê dîsa jî reseniya xweparast, ew zêde nekete bin pergala kapîtalîst a modernîteyê. Tevî vê nêzîkbûna dînên Semawî jî , Êzdî rastî gelek fermanan bûne û desthilatdarên dinyayê, ew dînên semawî jî wekî ku hene nehiştine. Di her derfetê de siyaset xistine di nava baweriyan de û nehiştine ku bawerî li ser cewherê xwe yê xasî û dûrî bîrdoziyê bimîne. Ewan her tim karine baweriya mirovan wekî amûrê berjewendiyên xwe yên siyasî û civakî bikarbînin. Sed mixabin ev yek di roja me ya vê serdemê zanistê û nûjeniyê de, ji hemû serdeman zêdetir jî tê dîtin.“
Ji bo ku nivîsakrê rêzdar gelek şaşîtiyan sererastbike û nifşên nû jî gelek baweriyên bi sirûştiyê ve girêdayî hebûn nasbikin , pêwîst dîtiye van mêjarên“Baweriya Êzdîtiyê; nasîna Xwedê, Tawisî Melek û Milyaket, Du’a yên Êzdiyan , Cejnên Êzdiyan, Rêxistina Civata Ruhanî û Çînên Êzdiyan , Pirtûkên Dînê Êzdiyan û hwd.“şîrovekirine. Têkiliyên Êzdîtî, Zerdeştî û Kurdîtiyê çine, Kurdên Dumilî (Yarsanî-Elewî) kengî û çawa ji Êzdatiyê qut bûne, Di Dîroka Kurdistanê de Kevneşopî û Têkiliyên Civakî yên Kurdan û Yahûdiyan (Cihû), di dîrok û şaristanyên pêşiyên Kurdan de rola jinê û h wed.nirxandine.
Bi zahmet û kedeke mezin wate û erkên van kesayetên di Êzdiyatiyê de gelekî girîng , yên weke :
„Mîr, Pismîr, Şêx dibin sê çiq. Adanî, Şemsanî Qatanî. Pîr, Mirîd, Extiyarê Mergehê, Babê Şêx, Pêşîmamê Mergehê, Pêşîmamê Babê Şêx, Babê Gavan, Babê Çawiş, Feqîr, Fuqra , Qewal, Micêwir, Koçek, Metbexçî, Feraş, Xûşk û Birayên Axretê, Xizmetkar , Xwudanên Jin yên weke “Sitî, Xatûn, Dot, Gêl, Sitiya Ês, Sitiya Zîn, Sitiya Nis-Nisret, Sitiya Bilxan, Sitiya Hebîb, Xatûna Fexran û hwd.“ zelalkirine.
Her wusa li ser mijarên rewşa Êzdiyatiya; ya „berya Xwedê jê razî Şêx Adî , Lalişa Nûranî û Civaka Êzdî, ya serdemê Şêx Adî rewşa Civaka Êzdî, ya Piştî Şêx Adî rewşa Civaka Êzdî û Lalişa Nûranî“ daye xwanê. Gelek lêkolînên di derheqê çande û baweriya Êzdiyatiyê de ; Di Dînê Ezdatiyê de Ziman, Çand û Reseniya Kurdî-, Têkiliyên Êzdîtî, Zerdeştî û Kurdîtiyê çine-, Kurdên Dumilî (Yarsanî-Elewî) kengî û çawa ji Êzdatiyê qut bûne-, Li Hekariyê Kevneşopên Ezdayî-Êzdayî yên bi navê Dasiniyan-, Navên gelek Cîh, War û Kevneşopiyên Kurdên Dasinî-Ezdayiyên derdorê Navenda Bajêrê Colemêrgê-„ bihûrgulî berhevkirine û şîrovekirine.
Di danesîna dîroka Êzdiyatiyê û Kurdistanê de, „Kevneşopî û Têkiliyên Civakî yên Kurdan û Yahûdiyan (Cihû)-, Di Kurdistanê de pêvajoya destpêka derbederkirinên dîrokî-, Koça Sûmeran ya Mezopotamyayê û Destpêka Dîroka Nivîskî, Pêşketinên Serdema Ûrûk-, Koçên Samiyan û dawiya Sûmeriyan-, Cihwarbûna Aqadî û Amorûyan (îskon) a Mezopotamyayê-, Serdemê Sargon û Talankirina bajêrên Kurdistanê, qîr û qira dîrokî-, Gûtiyên Ejderhayên Çiyan, Qîr û qirên Dîrokî-, Kehyên (Qral) Gûtiyan-, Xorriyên ( Horî) Subarû-Zêperû pêşketin, Qîr û qirên dîrokî,- Hin deqên Şaristaniya Xaltî (Xîttî) yan û Derbederkirina Dîrokî-, Împaratoriya Kurd a Qasidiyan-, Piştrastkirinên ku Qasidî jêderên Kurdan in-, Dewleta Mîtaniyan Pêşketin, Qîr û qirên Dîrokî-, Dagirkirina Kurdistanê û pêvajoya derbederkirinê-, Serdestiya Asûriyan û Derbederkirinên Neçarî-, Tevgera guhertina serjimarê, Qîr û Qirên Dîrokî-, Raguhestina Neçarî, Qîr û Qirên Dîrokî-„ şîrovekirine.
Her wusa lêkolînên giranbuha yên di derheqê: „Di dîrok û şaristanyên pêşiyên Kurdan de rola jinê , Dorpêçkirina Bajêrê Amedû Qîr û Qirên Dîrokî -, Demnasiya Dewleta Xoratûyan-Ûrartûyan, Qîr û Qirên Dîrokî-, Împaratoriya Mediyan, Qîr û Qirên Dîrokî, Şerê Halys û Pêşketinên Dîrokî, Qraliyeta Komagel (Komagene) û Pêşketinên Dîrokî, Di Serdemê Dîroka Navîn de Kurd û Selçûkî „ pêşkêşkirine
Wext û şîrovên gelek buyerên fermanêrîşan, yên weke :
"Fermanêrîşên Ji sedsala 12’emîn a P.Z. û heta roja me yên li ser civaka Êzdî.
Fermanêrîşa Waliyê Mûsilê Bedredîn Lûlû
Fermanêrîşa Waliyê Mûsilê El Hemedanî,
Fermanêrîşa Evdilayê kurê Umer,
Serpêhatiya Beyta Avdel Umeran,
Di nava rêzefermanên dîrokî de Welatê Xaltan 1
Fermanêrîşa li ser Welatê Xaltan 2
Fermanêrîşa li ser Welatê Xaltan 3
Beşek ji erdnîgariya Welatê Xaltan
Fermanêrîşa Tîmûr Leng
Fermanêrîşa Şah Îsmaîlê Sefewî ya 1’em
Sefera Sultan Silêmanê Zagondar ji bo ser Hewlêrê û Bexdayê
Fermanêrîşa Şah Îsmaîlê Sefewî ya 2’ yem:
Fermanêrîşa Waliyê Wanê Şemsî Paşayî ya 2’ yem
Fermanêrîşa General Nasûh Paşayê Osmanî
Dîsa Fermanêrîşa Waliyê Wanê Şemsî Paşayî ya 2’ yem
Fermanêrîşa Erdelan Xan Ehmed Xanê Sefewî ya 1’em
Fermanêrîşa Erdelan Xan Ehmed Xanê Sefewî ya 2’ yem li ser Şêxan û Şingarê
Fermanêrîşa Waliyê Diyarbekirê Melik Ehmed Paşayî
Fermanêrîşa Waliyê Wanê Şemsî Paşayî ya 1’em
Fermanêrîşa Mustefa Paşa Firarî
Fermanêrîşa General Qeplan Paşayê Osmanî
Fermanêrîşa Hesen Paşa Celîlî
Fermanêrîşa Nadir Şah
Fermanêrîşa Silêman Paşayê Celîlî Waliyê Mûsilê
Fermanêrîşa Simaîl Paşa 1.Mîrê Bahdînan
Fermanêrîşa Evdilbaqî Paşa Waliyê Mûsilê
Fermanêrîşa Waliyê Bexdayê, Elî Paşayî
Fermanêrîşa Silêman Paşa Waliyê Bexdayê ya 2’yem
Fermanêrîşa Waliyê Mûsilê Emîn Paşa
Fermanêrîşa Waliyê Mûsilê Mihemed Paşayî ya 1’em
Fermanêrîşa Waliyê Mûsilê Mihemed Paşayî ya 2’yem
Fermanêrîşa Waliyê Bexdayê Silêman Paşayî ya 1’em
Fermanêrîşa Waliyê Bexdayê Evdilezîz Paşa
Boyera Canpolat Beg û Mîrnişîna Kurd ya Kilîsê
Fermanêrîşa Waliyê Mûsilê Elî Paşa
Fermanêrîşa Waliyê Bexdayê Silêman Paşayî ya 3’yem
Fermanêrîşa Waliyê Diyarbekirê Hafiz Paşa
Fermanêrîşa General Omer Wehbî Paşa
Fermanêrîşa Behlûl Paşayî ya derbederkirina Êzdiyên Êlata Hesinî ya Bazîdê
Fermanêrîşa Mîrê Kore Mîr Mihemed Rewandizî
Fermanêrîşa Waliyê Mûsilê Mehemed Paşa Kirîtlîoglu
Fermanêrîşa Waliyê Bexdayê Mîthat Paşayî
Fermanêrîşa Îttîat Terakî û ji bo ser Birahîm Paşayê Milan
Fermana Ser Fermanan, Fermanêrîşa 74’an ya 3’yê Tebaxa 2014’an“ yek bi yek şîrovekirine.
Li gorî ku ez kekê Wasfî Ak nasdikim, ew herêma Hekariyan tevî dewlemendiyên wê, yên erdnîgarî, çandî, wêjeyî û hunerî baş nasdike . Ew î di derheqê „BERAWIRDKIRINA HOZ Û BEREK,TÎRE Û BINEMALÊN HEKARÊ Û ŞINGARÊ lêkolîn kirine. Şîrove li ser Pîrên Çelê, Dîsa Xweza dibe guvahê Fermanêrîşên li ser Xana Ezdaya Hekariyan, Pîrên Xana Êzdî, Li Hekariya Jorîn Kevneşopiyên Binemala Çolî Begê Dasinî „ kirine
Wekî dinê jî kekê Wasfî Ak, di vê berhema xwe de seredana welat û herêman de bahsa :„SERDANA KOMELGEHÊN KOÇBERÊN JENOSÎDÊ YÊN ÊZDIYAN, Serdana Mala Êtîman ya Komelgeha Şaryan kiriye û helbestek diyarî zarokên Êzdî yên êtîm kiriye. Bahsa serdana Hunermend Xelef Şingarî, Gera min a Êzidxana Azad a Gurcistan û Ermenîstanê. dike“ Ew î „serpêhatiya Hesinê Şeref Hewêrî 1-,2- û 3 „ berhevkirine û bi zimanê xwe yê şêrîn dane nasîn.
Bi rastî ez nikarim bi çend gotin û hevokan tevaya babetên vê pirtûka „Dîroka fermanên Êzdiyatî û Kurdiyatiyê ya heta roja me .“ binirxînim. Min ev berhevkirina xwe tenê li goriya sermijarên babetên naveroka pirtûkê nirxandine. Eger min naveroka mijarên hatine bi navkirin binirxandina, wê nivîsa pêşgotine hîn gelekî zêdetir dirêjbûne. Tevî ku min naverokan mijaran ne nirxandine jî dizanim, gelek Kurdên veşartî û bi taybetî jî Êzdiyên ku kevnariya ol û neteweya xwe nenas, wê ji van gelek çavkanî, rexnan, rastiyên wîjdanî, axlaqî û dîrokî ku, tenê bi sernivîsên gelekî girîng hatine kifşkirin acis bibin. Lê lewma jî nivîskarê me yê rêzdar di vê xebatê ,van berhevkirin û danesînên xwe de dibêje, „ez na xwazim bi şêwzekî tenê dilê Kurdên Musilaman, Êzdî, Alewî, Yaresan , Şebekan û hwd. xweş bibe anjî dilê dijberan nexweş be. Ev ked û emeka min tev ji bo nifşê pêşerojê, ye ku ol û neteweye xwe nasbikin e. Ez baş bawerim, nifşê me yê nû jî, wê di riya xwandina vê berhemê de, baweriya bavkalên xwe ya kevnar Ezdiyatiyê û neteweya xwe ya Kurdî himbêzbikin. Nifşê pêşerojê wê bi xwe bîryarê bide û bi serbilindî bibêje, Êzdiyan Kurdistan parastine, em Êzdî û Kurdin„
Di dawiyê de dîsa dibêjime nivîskarê me yê rêzdar kekê Wasfî Ak , mala te ava keko ku, te derfet da min, ez bikaribim ji vê bahema „Dîroka fermanên Êzdiyatî û Kurdiyatiyê ya heta roja me „ zelalkiriye re bibime alîkar û pêşgotinekê jê ra binivisînim.
Dest û hestên cenabê te gelekî sax bin, bereketa Xwedê li berhemên te bin û hêvîdarim êdî kes „bindestê bindestan“ de ne mîne!
Nivîskar Kemal Tolan, berhevkarê zargotin û kevneşopên Êzdiyatiyê -15.10.2024“
Gotarên min belakirine :
*- 2
*3-
28.11.2024