Pirtûka li ser Covid-19 a ji bo zarokan bi kurdî jî hat amade kirin

Komîteya Daîmî ya Navsazîyan û Koma Referansê ya Piştgirîya Psîkososyal û Tendirustîya Derûnî di Rewşên Lezûbez de (IASC MHPSS RG) projeyek amade kirîye.

Navenda Nûçeyan - Komîteya Daîmî ya Navsazîyan û Koma Referansê ya Piştgirîya Psîkososyal û Tendirustîya Derûnî di Rewşên Lezûbez de (IASC MHPSS RG) projeyek amade kirîye. Di çarçoveya vê projeyê de pirtûkek ji bo bo zarokên 6-11 salî hatîye amade kirin. Pirtûkê ku bi navê "Qehmeranê min tu yî" hatîye amadekirin ji 22 rûpelan pêk tê. Pirûk ji bo gelek zimanî hat wergerandin û niha ew ji bo kurdî jî hat wergerandin.

Sîyabend Aslan ji îngilîzî ji bo kurdî pirtûk wergerandîye û Sîdar Ozmen sererastkirin kirîye.

Yên bixwazin dikarin dikarin vê pirtûkê daxin û ji bo zarokên xwe bixwînin:

QEHREMANÊ MIN TU YÎ

 

Siyaset Haberleri

Keşeyê Dêra Kurdî: Kesên ku çûbûn Rojavayê Kurdistanê vedigerin Libnanê
Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mustafa Ozçelîk Li Parîsê Konferansek Da
Nêçîrvan Barzanî: Jinên Kurdistanê her tim avaker û parêzvanên xak û welat in
Jens Galschiøt: Em dê ji bo bibîranîna Enfalê peykerekî çêbikin
Xwepêşandanên Mahsa Amînî | Rejîma Îranê cezayê îdamê da 6 kesên din!