Pirtûka Mem û Zînê diyariyê papa kir!

Şaredarê berê yê navçeya Sûra Amedê Evdila Demîrbaş çû Vatîkanê ú serdana rêberê olî yê Xristiyanên Katolîk Papa Francis kir.

Demirbaş di serdana xwe de Mem û Zîna Ehmedê Xanî diyarî Papa Francis kir. Demirbaş derbarê pirsa kurd de jî nameyek da Papa û jê xwest ji kurdan re dua bike.

Evdila Demirbaş kî ye?

Evdila Demirbaş di hilbijartinên 2004'an de li Amedê bû şaredarê Sûrê û di xizmetên şaredariyê de yekem kes bû ku zimanê kurdî bi kar anî. Du deman şaredariya Sûrê kir. Di vê demê de hate girtin û piştî demekî ji ber nexweşiya xwe serbest hate berdan. Ji ber dozên derbarê wî de neçar ma biçe Swîsreyê û penaber be.(Amida Haber)

Kurdistan Haberleri

Heyeta DEM Partiyê çû Rojava da tevlî konferansa netewî bibe
Nadine Maenza: Şam ji bo avakirina hevgirtina civakî dikare ji Rojavayê Kurdistanê sûdê wergire
Brîtanyayê cezayên li ser wezaretên Parastinê û Karên Navxwe yên Sûriyeyê rakirin
Fesla Yûsif: Em dê mizgîniyê bidin gelê xwe
QAMIŞLO - Komkujiya Ermenan di 110emîn salvegera xwe de hat bibîranîn