Pirtûka ‘Mîtolojî û Baweriyên Gelêrî yên Botanê’ derket

.

Pirtûka lêkolîner Hakim Zeyrek a bi navê Mîtolojî û Baweriyên Gelerî yên Botanê derket.

Lêkolîner Hakim Zeyrek li herêma Botanê navçe bi navçe, gund bi gund û zozan bi zozan li hemî deverê geriyaye, “baweriyên gelêrî ”  yên vê herêmê berhev kirine û ketiye dû şopên mîtolojîk ên herêmê.

Hakim Zeyrek,  bi xwe ji Şirnexê ye, beriya çar salan li Zanîngeha Artuklûyê ya Mêrdînê li ser mijara “Baweriyên Gelêrî yên Devera Şirnexê” dest bi masterê kir û  çar salan bi awayekî berfirehî lêkolina xwe berdewam kir.

Piştî teza wî qediya, lêkolînerî, mijar û qediya lêkolîne berfireh kir û bi navê “Mîtolojî û Baweriyên Gelêrî yên Botanê”  ew çap kir. 

Berhem, ji aliyê Weşanên Avestayê ve hat çapkirin.

Hakim Zeyrek ji Rûdawê re diyar kir ku vê lêkolînê cih daye hemû olên herêmê yên wek Îslamîyet, Mesîhatî, Êzidayetî û Cihûtîyê û bi awayekî bêalî û zanistî xebat li ser wan kiriye û  bal kişandiye ser kodên wan ên senkretîk.

 Yek ji taybetmendiya xebatê ew e ku tiştên hatine berhevkirin ji lîteratûrek  xurt piştgirî standine û dewsa wan baweriyan heta serkaniya wan hatiye ajotin, dirûvên wan yên arkaîk, hiş û binhişê wan bawerî jê derketine hatine kifşkirin.

Baweriyên gel ên derbarê nezer, mirin, zewac, zayîn/zarokbûn, efsûn/majî, şîngirtin, cejn û rojên pîroz, afirandin, baweriyên kozmîk, hêjmar, tiştên bêûm, remil, xweza, hewa, memorat, dermanên Kurmancî, germav û giravên şîfa, falikên jinikan, gorên ziyaretgahan hwd. di lêkolînê de cih girtine.

 Pirtûk ji heşt beşên sereke pêk tê û jiber kû herêma Botan, navenda Tofana Nûh e û pirtûkê, di beşekê de seranser cih daye mijara “Baweriyên derheqê Tofana Nûh de.

Kurdistan Haberleri

Netanyahu: Ez dê destûrê nedim ku Îran çekên nukleerî bi dest bixe
Rûsya û Ukraynayê dîl bi hev guhertin
Ehmed Şer bi endamekî Kongreya Amerîkayê re civiya
Bafil Talebanî: Balafir û dronên Tirkiyê nahêlin PKK kongreya xwe fesihkirinê li dar bixe
Baroya Diyarbekirê giliyê HTŞê li Dadgeha Cezayê û NY kir