Navenda Nûçeyan- Ev berhema ku destpêkê ji bo bibîranîna 300 salîya Mem û Zînê hatibû amadekirin ji çend beşan pêk tê.
Beşê yekê bi xebatên li ser Ehmedê Xanî dest pê dike. Di vî beşî de ji destpêkê heta nivîsandina vê berhemê, tiştên li ser Xanî hatine nivîsandin tên nirxandin.
Beşê duduyan li ser jîyana Ehmedê Xanî ye. Di vir de agahîyên cuda yên li ser jîyana Xanî tên pêşkêşkirin.
Beşê sisêyan li ser dewra Ehmedê Xanî ye. Nivîskar panoramayeke cîhanî û Kurdistanî ya dewra jîyana Xanî bi awayekî sivik li ber çavê xwendevanan radixe da ku karibe Xanî baştir bide nasandin û fahmkirin. Bîrûbawerîyên Xanî yên li ser rewşa kurdan, daxwazên wî yên li ser avabûna dewleteke kurdî jî di vî beşî de ne.
Beşê çaran, li ser bîrûbawerîyên Ehmedê Xanî yên felsefî û tesewufî ye. Di vir de li ser wê yekê muhaweleyek heye ku gelo di meseleyên felsefî, dînî û tesewufî de Xanî li kû derê radiweste, xwedanê çi mewquf û dîtinê ye. Xanî ne însanekî yekalî ye. Belkî jî yek ji xusûsîyetên wî yên herî taybetî jî ev e. Ew, hem di warê dîn û jîyana manewî de xwedan desthilat e, hem jî wî mohra xwe li ser kar û barê dinya maddî xistîye. Di van deran de jî piralîtîyeka wî ya kûr û berfireh heye. Di pirsên dînî û manewî de, wî hespê xwe hem di meydana dîn û felsefê de, hem jî di ya tesewufê de ajotîye.
Yek ji alîyên wî yên destnîşankirî bi munasebeta berhema Mem û Zînê pirsa pêwendîyên jin û mêran, evîna maddî û ya îlahî ye û hetta erotîzma navbera herdu cinsên însanan e. Beşê pêncan di heqê van fikrên wî de ye ku li ser evîn û erotîzmê ne. Di beşê şeşan de jî nasandinek li ser berhemên wî heye.
Ehmedê Xanî
Jîyan, Bîrûbawerî û Berhemên Wî
(Çapa berfirehkirî)
Murad Ciwan
ISBN: 978-605-2246-55-9
21.5x13.5, 304 rûpel