Pirtûka Rohat Alakom ”RONAHIYA DÎROKÊ”

Lokman Polat

Lokman Polat

Ji dîroka kurdan bigir hetanî çand wêjeya wan gelek tiştên kurdan di nav tarîtiya dîrokê de maye, wenda ye, nayê zanîn. Lêbelê bi saya lêkolînvanên kurd û hinekên biyanî hinek tiştên kurdan derdikeve ronahiyê. Dîroka kurdan bi saya kurdên dîrokzan herweke Şerefxanê Bedlîsî, Mehmed Emîn Zekî, Zinar Silopî, Îbnul Ezraq û hw, hatiye nivîsîn û ronahî dîtiye. Lêbelê ev têr nake. Bi saya lêkolînvanên kurd yên niha hîn gelek tiştên kurdan derdikevin ronahiyê.

Lêkolînvanên dema niha wek hejmar hindikbin jî, kar û xebatên hêja, lêkolînên giranbiha dikin.Yek ji van lêkolînvanên kurd jî birêz Rohat Alakom e. Ew 40 sal in ku kar û xebata xwe ya lêkolîneriyê didomîne û wî heta niha gelek pirtûkên hêja yên lêkolînî weşandiye. Yek ji wan pirtûkên wî jî pirtûka wî ya bi navê ”Ronahiya Dîrokê” ye. Ev pirtûk keda wî ya 20 salan e ku hatiye amade kirin. Naveroka pirtûkê xurt e, berfereh e û gelek mijarên curbecur tê de cih girtinê. Mijarên ku wî derbarê wan de lêkolîn kiriye hemû jî mijarên girîng in.

Pirtûka birêz Rohat Alakom ”Ronahiya Dîrokê” di nav weşanên ”Aran” de li Stockholm/Swêdê derketiye. Pirtûk 345 rûpel e. Berga pirtûkê tabloyeke Amadeo Preziosi (1816/1882) bi navê ”şerkarê kurd” e. Rohat Alakom ji bo pirtûka xwe pêşgotinek gelek girîng û balkêş nivîsiye. Ew behsa lêkolînî û girîngiya lêkolîniya mîkro-dîrokê dike.

Pirtûk bi sernivîsa ”Pêwendiyên Kurd û Vîkîngan” dest pê dike. Mijareke girîng e. Di dîrokê de kîngê û çawa têkiliya kurd û vîkîngan çêbûye? Dîroka pêwendiyên vîkîngan/swêdiyan bi rojhilatê re kîngê dest pê kiriye tê rave kirin. Rasthatina kurdan û vîkîngan a pêşîn ya hezarsal berê likur hatine hemberê hev û li dijê hev şer kirine, tê qal kirin.

Rohat Alakom di nivîsa xwe ya lêkolînî de pêkhatina pêwendiyên kurdên merwanî û vîkîngan jî bi berferehî şîrove dike. Û bal dikşîne ser mijareke girîng ku ew jî dîtina sîkeyên zîv ên dewleta kurdên merwanî li Gotlandê. Gotland navê giraveka swêdiyan e. Li Swêdê bajarek bi navê Avesta jî heye.

Naveroka pirtûka Pirtûka Rohat Alakom ”Ronahiya Dîrokê” gelek berfereh e loma jî ez ê behsa hemû nivîsên di pirtûkê de ne nekim. Ez ê bi kurtahî behsa hinek mijaran bikim. Ji xwe ji bo pirtûkek ku naveroka wê ewqas dewlemend e, di gotareke danasîn û nirxandinê de mirov nikare behsa tevahiya naverokê bike. Lêbelê ez vê bibêjim, divê xwendevanên kurd vê vê pirtûka lêkolînî a xwerû bi kurdî bixwînin.

Di pirtûkê de Gunnar Ekelofê swêdî û destana wî ya ku ji bo mîrekî kurd nivîsiye jî ji alî nivîskarê lêkolîner Rohat Alakom ve tê şîrovekirin. A rastî hetanî ku min pirtûka Rohat Alakom ”Ronahiya Dîrokê” nexwend ez nizanibûm ku Sîlîva bajarê ku heft car xerab heft car ava bûye. Ez vê ji vê pirtûkê fêr bum. Rohat Alakom dibêje; ”Bi sedan navend û mekan li Kurdistanê hene ku dîroka wan îro baş nehatiye lêkolandin. Yek ji wan wek mînak bajarê Silîva ye (Mayafarqîn, Farqîn)….Her quncikekî Silîva dîrok e….Silîva di dîroka kurdî de yek ji wan bajar û navendên here girîng in. Serbajarê dewletoka kurd, Mîrîtiya Merwanîî bûye, rengê Silîva yê neteweyî û kurdî angorî Amedê(Diyarbekirê) gelek vekirî û bi mane ye. Ji bo vê yekê dîroka Silîvanê zêde hêjayî lêkolîn û parastinê ye.”Rûpel – 81. Dibêje û derbarê dîroka Silîva de lêkolîna xwe ya hêja pêşkêşê xwendevanan dike. Ew di lêkolîna xwe de behsa destana Zembîlfiroş. Siyabend û Xecê, Ker û Kulik ku wek Ker û Kulikê Silêmanê Silîvî tê nasîn dike. Ev hersê destanên wêjeya kurdî jî bi Silîva re têkildar in, qada bûyer û pêkanîna wan serpêhatiyan Silîva ye. Di derbarê dewlemendiya lîteratûra Silîvayê de jî agahdariyên berfereh heye.

Ji bo 300 saliya koçkirina westayê edebiyata kurdî, bavê neteweparêzî û welatparêziya kurd nemir Ehmedê Xanî gotareke hêja, şîroveyeke giranbiha heye. Divê her xwendevanê/xwînerê kurd, her welatparêz vê gotar a Rohat Alakom bixwîne. Bi qewlê gotina wîya dawîn ve; Ez jî baqê gulên rengîn û silavên xwe yên germîn ji Ehmeê Xanî re dişînim. Ji bo min jî Ehmedê Xanî bûye nivîskarê herî hezkirî…yekî mayîn ji wî mezintir, ji wî derbas bibe heta niha ji bo min peyda nebûye.

Hevkefşkirina kurd û amerîkiyan jî di pirtûkê de tê qal kirin. Mirov wek xwendevan wê jî bi meraq dixwîne. Kurd û amerîkiyan hevûdu kîngê keşif kirin, nas kirin, kîngê têkiliyên wan bi hevre çêbû? Kurdan di medya Amerîkayê de çawa cih girtin? Di vê gotarê de tê qalkirin.

Û tiştekî balkêş ku tê qalkirin jî, di medya Amerîkayê de peyvên Kurd û Kurdistan ji aliyê Fredrick Engel û Karl Marks ve hatine bikaranîn. Fredrick Engels di sala 1855an de û Karl Marks jî di sala 1857an de di medya Amerîkayê de navê Kurd û Kurdistanê di nivîsên xwe de anîne zimên. Nivîsa Engels di rojnameya ”Putnams Monthly” û nivîsa Karl Marks di rojnameya ”New York Daily Tribune”de hatiye weşandin. Binêrin Rûpel : 136.

Di pirtûkê de di derbarê hemalên kurd yên li Stenbolê de lêkolîneke berfereh heye. Di derheqê Zaro Axayê kurd ku 160 sal umir/temen kiriye de lêkolîneke balkêş heye, jiyana Zaro Axa, sefera wî ya çûyina Amerîkayê û mirina Zaro Axa tê qal kirin. Rohat Alakom dibêje; ”Zaro Axa li Tirkiyê hertim wek tirk hatiye nîşan dayîn.” Rûpel – 197. Ji xwe tertiştên dewleta tirk derewên fermî ne û hertiştên masmediya tirkan derew e û li hêjayiyên gelên netirk xwedî derketine û bi derewan hertiştî tirk nîşandan e. Weke ku birêz Rohat Alakom jî dibêje; ”Zaro Axa nîşana tendurîstî, xweşî û temendirêjiyê ye.” Û ti eleqeya wî bi tirkan/tirkîtiyê ve tune ye.

Di pirtûkê de li ser General Şerîf Paşa yê kurd ku di dema Osmaniyan de li Stockholmê bûye kurte lêkolînek heye. Rohat Alakom paşê vê lêkolîna xwe berfereh kir û weke pirtûk weşand. Şexsiyetên/kesayetiyên navdar ên kurd yên ku hatine jibîrkirin bi saya lêkolînên lêkolînvan ên kurd têne bibîrkirin, têne nasîn û derdikevin ronahiya dîrokê û di nav rûpelên dîroka kurd û Kurdistanê de cihê xwe yê bi qîmet û bi rûmet werdigrin.  General Şerîf Paşa jî yek ji wan navdarên, şexsiyetên/kesayetiyên hêja ê kurd e.

Di pirtûkê de li ser kurdên Ewropayê jî lêkolîneke hêja heye. Di kîjan welatê Ewropayê de çiqas kurd hene hatiye nivîsîn. Li gor vê lêkolînê kurd herî pir li Almanya ne. Herî hindik jî li Fînlandê ne. Piştî lêkolîna li ser kurdên ewropayê, vêca li ser kurdên anatoliya navîn lêkolîn heye. Derbarê kurdên anatoliya navîn de agahdariyên baş û balkêş hene.

Li ser kurdbûna serokwezîra Pakîstanê ê berê Benazîr Butto jî gotarek heye. Dibêje ; ”Benazîr Butto di civîneke Sosyalîst Enternasyonalê de bi çend kurdan re hatiye bahev, bi wan re sohbet kiriye û û li wir kurdbûna xwe diyar kiriye û serbilindiya xwe nîşan daye.” Rûpel -  279.

Derbarê Hulya Avşar û welatparêziya malbata wê ku ew û malbata wê kurd in û welatperwer in, li ser bajarê Qarsê û kurdên wir, li ser fîlma pêşîn a li ser kurdan ku navê fîlmê Zerê ye û derbarê Bob Dylan û cihuyên Kurdistanê de jî kurtelêkolîn hene, agahdarî hene. Beşeke pirtûkê jî li ser kambaxa sirgûnê, di folklora kurdî de stranên xerîbiyê ye. Nivîsek jî nirxandin û şîroveyeke li ser berfekurdên Orhan Pamuk e. Di vê gotarê de romana Orhan Pamuk ya bi navê ”Kar – Berf” û kurdên bajarê Qarsê tê şîrovekirin. Nivîsa herî dawî jî bi sernavê ”Stranên Dîrokî” li ser stranên folklorîk ên kurdan in.

Wek gotina dawî ez dixwazim vê bibêjim; wek hemû pirtûkên lêkolînî yên Rohat Alakom ev pirtûka wî ya bi navê ”Ronahiya Dîrokê” jî hêjayê xwendinê ye. Û ez dixwazim vê jî bibêjim; hinek lêkolînvanên kurd hene yek yan du pirtûkên lêkolînî diweşînin û êdî xebata xwe ya lêklîneriyê berdewan nakin. Di vê hêlê de ez birêz Rohat Alakom pîroz dikim ku ew bêrawestandin kar û xebata xwe ya lêkolîneriyê didomîne û hercarê pirtûkek hêja ê lokolînî diweşîne.

Di hêla çand û edebiyata kurdî de û herweha nirxandin, şîrove û analîzên wî yên derbarê wêjeya kurdî, romaên kurdî de hene û ez hêvîdarim ew di vê hêlê de lêkolînên xwe berferehtir bike û derbarê wêjeya kurdî de, romanên kurdî de jî berhemên hêja biafrîne, pirtûkên lêkolînî biweşîne.