Ezê dîsa ji bo pirtûkek bi tirkî hatiye nivîsandin, nîrxandinek bi Kurmancî bikim.
Dijminê me felekek werê li serê me gerandiye, dema em ji bo rizgarîya xwe şer jî dikin û dimirin, bi zimanê xwe me dide peyivandin!
Wer xwanê ye navê pirtûkê pirr bi zanîn hatiye hilbijartin. Di mîtolojî û çîroka Kurdan de cihekî teyrê Sîmir yê taybet heye. Ji zor û zahmetîyên bê îmkan difilite, heta ku piştî şewitandinê ji arîya xwe, dîsa ji nuh de diafire. Ew xwedîyê dara zanistê ye. Ew bi pirêze û ezmûna xwe ya çetin û asê him xurt dibe û him jî zane dibe. Erê, wek di vê pirtûkê de jî tê dîtin, qahremana me yan jî qahremanên me ku ji mirinê rizgar bibin jî, her yek mîna Sîmûrg`ekî ye.
Pirtûk ji 302 rûpelan pêk tê. Dema meriv pirtûkê dixwîne, ewqas herikbar e, meriv heta xelas neke, naxwaze ji dest xwe berde.
Cîh bi cîh pêlên hestê meriv radibin û dilê meriv dişewite û li cîhna jî meriv hêstirê xwe nagire! Meriv wan keç û kurên mêrxas, di kûraya dilê xwe de his dike. Meriv dinêre ew zarokên me, xûşk û birayên me, perçakê ji jîyana me bi xwe ne!
Nivîskar Vera Koyî, ji min re wer tê beşek ji jiyana xwe yê li wê qadê nivîsîye. Bi hest û ramanên dilnizm û bi temamî di nava sînorên rastîyê û rexneyek bi pîvan de maye. Belkî jî gelek mijaran bi zanîn sergirtî dihêle.
Nivîskar dibê, partî ji zanîngehên tirkan pir bi hêsanî xwendekaran bi rêxistin dike û dişîne çiyê. Li ser pira Ceyhanê û gelek ciyê din ku herkes tê saxtîkirin, an di ber kozik û kulûbeyên leşkerên sînoran re bi rehetî derbas dibin; lê her çi mûcîze ye, ew nayên dîtin û saxtîkirin.
Mîna ku hayê dewletê û partîyê ji hev hebe, derxistina qanûna leşkerî, valakirina gundan û zordana koçkirinê û beşek gundî ku berê wan didan Başûr, mîna planekî dûr û dirêj dihat pêşbînî kirin! Carna dewlet, gundê parêzvanê hevalê xwe jî dide ber topa û berê malbatê wan bi Başûr vedike. Lewra ew jî Kurd in û bi tirkî nizanin!
Behsa Rojava û Sûrî dike û dibê: me sirê xwe ji hev vedişart, lê me dinêrî ku Muxaberata Sûrî bi her sirên me zanîbûn! Li Sûrî ji propaganda partî û welat bêtir, çawa pesnê Hafiz Esed dihat dan. Dibê: wer xwanê bû ku bi daxwaz û destûra Esed, kom û grup li pey hev diçûn çiyê!
Li Sûrî û Bekaa, entrîkayên li dor ‘‘Serok‘‘ dizîvirîn. Behsa ku Hasan Atilla Ugur (li Qosera Mêrdînê rêvebirê JITEM`ê bû, gelek welatperwer qetil kir) û serokê partîya ku li dij wan şer dikir, di yek avahîyê de diman.
Pirtûk, behsa îşkenca û înfazên bi fermana serokê partîyê ku li endamên partîyê dihat kirin. Di pirtûkê de, behsa ajanên dewletên mêtinkar, di nava rêxistinê, zaroyên Kurd yên şervan û qehreman, çawa bera hev didan û wan wenda dikir, yan jî di şer de, lê li cîh û mercên şaş da wan dida qirkirin.
Pirtûk, di rêya tekoşîna rizgarîya serxwebûna Kurdistanê de, behsa hezkirin, fedekarî, berxwedan û îradeya bilind ya kur û bi taybetî keçên Kurd dike. Wer di zor û zahmetîyên giran re derbas dibin, heta qantir îdare nake û xwe ji zinar davêje û xwe dikuje! Berevacî vêya, behsa xiyaneta rêvebir û hin hevalên qahremana pirtûkê Şîlan jî dike.
Jinên şervan, dixwazin ew bi xwe, xwe bi rêxistin bikin û tabûrên xwe avabikin û xwe bi rêve bibin; pir jî serketî û jêhatî ne; lê serok û rêvebirîya partî, ji serfirazîya wan aciz in û dixwazin di bin qontrola wan de be; loma wan ji hev belav dike û yek bi yek didin xerckirin! Dibên: ‘‘em jina azad diafirînin‘‘, lê di pirtûkê de dîyar dibe ku jin li wir jî ne azad e û di bin tadeyên cûr bi cûr de ye!
Ciyê herî zêde, edalet, demokrasî û wekhevî jê re pêwîste, yek jê jî jîyana partîzanî ku welatperwer li serê çiya şerê rizgarîyê didin. Lê mixabin, li gor vê pirtûkê, em dinêrin serê çiyan jî tijî bê edaletî û neheqî ye! Zarokên 13 salî direvînin, dibin bi zorê li serê çiya, di mercên asê de dikin şervan! Ev bi xwe sûcekî mirovî ye.
Mijarek vê pirtûkê ya herî girîng yek jê jî berahevdana Kurdan û şerê birakujîyê ye. Ji dêbla her terefekî Kurd, pirsgirêkên nav xwe, bi rêyên dîyalog û aşitî çareser bike; lê ji ber mercên zor û zahmet û ji bo ya di kontrola dewletek serdest de ye, yan jî ji neyarekî alîkarî bistînin, soz û peymanê bi wan neyaran re çêdikin, otorîte û hebûna birayê xwe nasnakin, tenê li rêyên tunekirina hêzên dervî xwe digerin! Ev jî dibe sebêbê ku şervanê welatperwer û canfeda ji tekoşîna rizgarîya Kurdistanê sar bibin.
Helbet, wê demê, her ciwanê ku wek şervan diçû çiyê, bi armanca serxwebûn û yekîtîya çar perçê Kurdistanê pêk bîne! Dema hîna partîyê stratejîya xwe neguhertibû, yê beşdarî gerîlla biba vê sonda dixwar: ‘‘Ez bi namûs û şerefa xwe sond dixum ku ezê gelê Kurd biparêzim, ji bo serxwebûn û azadîya wî şer bikim!‘‘