Cano Amedî
Ji bîr nekin, destpêka vî fîlmî ji salên 1970 ê yan dest pê dike û bi şêweyekî plansazî domdike. Bila kes kesî gunehbar neke. Gava senaryoya vî fîlmî hat eşkerekirin, senarist û lîstikvanên lîstokê dîyarbûn.
Gava ku lîstîkvan û derhêner derketin ser dikê, herkes bi awurên cuda, bi meraq û bi bertekên tevlîhev li simbêlên badayî, li potîn û qapûtê xakî mêze dikir. Hinek jê bûbûn dîlê kelecanîya xwe û bi lez û bez li çepikan dixistin, yên şik û nerazîbûna xwe diyar dikirin rastî êrîşan dibûn, yên rexne dikirin û ji wê lîstokê dûr disekinîn dihatin afarozkirin. Bandora çepikvanan her diçû weke loda berfê gir dibû û bi hêz dibû.
Lîstîkvan, derhêner û temaşevanên vê malxirabîyê hemû bihevre li ser dikê bûn. Heta hinek jê hebûn ji mal û taxên xwe bazdan, ji bo rolekî ji wê lîstokê bidizin bûn neyar û dijberê hevalên xwe yên berê. Yên vê lîstoka pêşve birin û rê li ber geş kirin, ev qefleyên hanê bûn. Ji bo cîhê xwe fireh bikin û rola xwe baş bileyizin, dijberîya herî mezin ew kesên ji taxên din hatin bixwebûn. Yên digotin Gîgayê hewşê tahl e. Îro jî weke bi satilan av kişandibin ser aşê pûç kirinê dîsa dixwazin taxên din sûçdar bikin û pesnê xwe bidin.
Qet meraq nekin, ev “berhemê” li holê ye; bi saya bêdengîya me, bi piştgirî û bêhelwestîya me, ji ber bêrêxistinbûna me, ji qelsbûn û bê alternatîf bûna me, ji ber ku bêçarî û revokîya me encamek anonîm e!
Ji dûr ve li bilûrê dayîn ne çare ye, ji dûr ve rê nîşandayîn ne marîfet e, ji dûr ve axaftin û aqil firotin ne meziyetek mirov pê şanazî bike. Ev çil sal zêdetir e ku hinek jê weke mirîşka bi nikulê xwe kom bike, bi lingê xwe jî belav kirine zimanekî jahrî bi kar tînin, qet nebe mirov car caran vedigere li pirêzeya xwe dinihêre. Ma hûn jî yek ji wan derhêneran nebûn, gava ku rol hat belav kirinê, hûn jî yek ji wan aktoran nebûn ku we digot “her der ji bo dayika we teşt e!”
Bila kes kesi tawanbar neke û ji xwe re cardin rol nedize! Ev çil sal zêdetir e ku em hemû şahid û temaşewanên vê lîstokê ne. Hinek jê jî aktor û alîkarên vê pêvajoyê ne. Hinek jê rexnegir û dijberê vê pêvajoyê ne. Lê bi tevahî hemû temaşewanên pasîf niv pişt gîrin.
Heta ku em xeta netewî birêxistinkirin nekin, em dest nedin destê hev, em hêz û hişmendîya xwe bi hêz nekin, emê gelek caran “piştgirên bêdengîyê û dijberên alîkar” bin. Ji bo temsîlkarîya xeta netewî em mecbûrê hevin, werin em bi hevra ala niştiman perwerîyê hilgirin û bi kirinên xwe yên hevbeş bibin bersîva pêvajoyê û kelemên çavê dagirkeran….