Piştgirên PAKê li Ewrûpa: Newroz pîroz be

Piştgirên PAKê (Partîya Azadîya Kurdistanê) li Ewrûpa Newroza hemû Kurd û Kurdistanîyan, ya hemwelatîyên li derveyî welat pîroz kir.

Navenda Nûçeyan - Piştgirên PAKê li Ewrûpa Newroza hemû Kurd û Kurdistanîyan, ya hemwelatîyên li derveyî welat pîroz kir.

 

“Newroza hemû Kurd û Kurdistanîyan, ya hemwelatiyên me yên li derveyî welat pîroz be.

Digel hemû komkujî, jenosîd, talan, penaberî, neheqî û dijwarîyan jî,  li her çar perçeyên welêt, ala têkoşîna jibo Kurdistaneke azad û jibo miletekî azad her bilind dibe. Hêvîya me xurt, bawerîya me berz e.

 

Îsal jibo parastina xwe û heval û hogir û cînar û nasên xwe, ji nexweşîna coronayê, emê  Newrozê  bi awayên girseyî pîroz nekin. Li mala xwe an li cîyê ku em lê ne, li gel tedbîrên vîrusa coronayê, emê her Newroza xwe  pîroz dikin.

 

 

Newroz pîroz be”

 

PAK-Ewrûpa

Piştgirên PAKê li Ewrûpa

 

Siyaset Haberleri

Parlamentoya Îraqê biryar da ku Helebce bibe parêzgeh
Nêçîrvan Barzanî û Ehmed Şer civiyan
NYT: Li Sûriyê zêdetirî 100 kargehên çekên kîmyewî hene
Şanda Rêveberiya Parêzgeha Helebê serdana ENKSê kir
Rêber Ehmed: Kurdistan pabendî rûbirûbûna tawanên rêkxistî û torên bazirganîkirina bi mirovan e