Piştî 30 salan di 48 saliya xwe de ji girtîgehê derket

.

 Girtiyê Kurd, Remzî Topdemîr ku 30 sal û 3 meh berê di 18 saliya xwe de ketibû zîndanê, îro di 48 saliya xwe de ji girtîgehê derket. Remzî Topdemîr ji aliyê malbat û hevalên xwe ve bi gulan hat pêşwazîkirin.

Remzî Topdemîr ê ku di 18 saliya xwe de ketibû girtîgehê û li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmar 1 a Amedê girtî bû, îro di 48 saliya xwe de ji girtîgehê hat berdan.

Topdemîr sala di 1993an de dema ku hêj 18 salî bû li gundê Mezirkê yê ser bi navçeya Rezan a Amedê ve hatibû girtin û piştre li dadgeheke Tirkiyê bi îdiaya hewldan bo têkbirina yekîtî û yekparçeyiya dewletê, cezayê zîndankirina heta hetayê lê hatibû birîn.

Ew xortê Kurd herwiha bi tohmeta ku di dadgeha biryardanê de dirûş gotine, bi 3 meh cezayê girtîgehê hatibû mehkûmkirin.

Îro piştî 30 sal û 3 mehan, ew girtiyê siyasî yê Kurd ji girtîgehê hat berdan.

Tevî hewaya sar jî malbata Topdemîr di saetên serê sibê de li ber avahiya girtîgehê amade bûn û di dema derketina ji girtîgehê de bi gulan pêşwazî li xortê xwe kirin.

Parêzera Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtiyan re (TUHAY-DER) Şaxa Amedê û Federasyona Komeleyên Piştevaniya Hiqûqê ya ji bo Malbatên Girtî û Hikûmxwaran (MED TUHAD-FED) Aslî Bulut û gelek gundiyan, bi malbatê re çûn pêşwaziya Remzî Topdemîr.

Topdemîr ji girtîgehê bi  çepik û kulîlkan hat pêşwazîkirin. Piştre kevokên spî yên ku sembola aştiyê ne, hatin firandin.

Li gorî nûçeya MA; Topdemîr piştî silavkirina kesên hatin cem wî, bi gelek wesayîtên bi konvoyê ve ber bi gundê Mezirkê yê lê ji dayik bûye ve bi rê ket.

Kurdistan Haberleri

Qeyûm tayînî şaredariyên Dêrsim û Pilûrê hatin kirin
Serok Mesûd Barzanî: Em piştgiriyê didin hemû hewlên ji bo aştiyê
MEXMÛR - Tîma Rûdawê hat desteserkirin
Li Pêşangeha Pirtûkan a Rihayê pirtûkên Kurdî balê dikişînin: ‘Kurdî dihele!’
Di ser kuştina Ugur Kaymaz re 20 sal derbas bûn