Piştî bersiva Qubad Talebanî, YNKê daxuyaniya Seîdî Pîre rakir

Piştî bersiva Qubad Talebanî mediyaya fermî ya YNKê nûçeya Seidî Pîre rakir.

Malpera fermî ya YNKê nûçeya daxuyaniya berdevkê YNKê Seidî Pîre derbarê red kirina encamên helbijartinan jinav bir.

Berî bidawîhatina proseya helbijartinan berdevkê fermî yê YNKê Seidî Pîre ragehand ku, ew encamên helbijartinan red dikin û qebûl nakin, ev nûçe malpera Puk mediaya zimanhalê YNKê belav kiribû, lê piştî çend xulekan Qubad Talebanî bersiva Seidî Pîre da û daxuyaniya wî red kir piştî daxuyaniya Talebanî malperê nûçeya Sedî Pîre rakir.

Serokê lîsta YNKê bo hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê Qubad Talebanî derbarê qebûl kirin û redkirina encamên helbijartinan ji media partiya xwe re got ku, hêj gelekî zû ye helwesteke derbarê encamên helbijartinan bistînin.

Talebanî got:“Me negotiye em dê encamên hilbijartinê red bikin, lê tîmeke YNK gîliyên xwe tomar kiriye û divê rêge bê dayîn ku ew prose bidawî bibe.”

 

Derbarê daxuyaniya Seidî Ehmed Pîre de Talebanî got ku mebesta wî eger di proseya hilbijartinan de sextekarî zêde be ew dê encaman qebûl nekin.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin