Piştî boykota PDKê Hikûmeta Iraqê jî biryarên Encûmena Parêzgeha Nînowayê betal kirin

.

Encûmena Wezîran a Iraqê nameyek ji Encûmena Parêzgeha Nînowayê bi rê kir û tê de, biryarên guhertina hejmarek qeymeqan û rêveberên yekeyên îdarî yên bajarok û nehiyan rawestand.

Komîteya Bilind a Hevahengiya Parêzgehan a Hikûmeta Iraqê nameyek ji Encûmena Parêzgeha Nînowayê re şand û tê de daxwaza rawestandina biryarên guhertina hejmarek qeymeqan û rêveberên yekeyên îdarî yên bajarok û nehiyan kir ku 2ê Tîrmehê ew biryar hatibûn derxistin.

Komîteya Bilind a Hevahengiya Parêzgehan, pêwîst dît ku ji bo yekalîkirina vê pirsê, li benda nêrîna Encûmena Dewletê bimîne.

Hêjayî gotinê ye, ev biryar piştî wê yekê hat ku Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ya Encûmena Parêzgeha Nînowayê, civîna doh ya encûmenê ya destnîşankirina berpirsên îdarî yên navçe û qezayên parêzgeha Nînowayê baykot kiribû.

Endamê Encûmena Parêzgeha Nînowayê ji Fraksiyona PDKê Ehmed Nazim Duberdanî wiha gotibû: “Me civîn baykot kir, ji ber ku rojeva civînê neyasayî bû. Ev yek berevajî naveroka nameya Sekretariya Encûmena Wezîran a Iraqê bû ku daxwaz kiribû guhertin di yekeyên îdarî yên parêzgehan de çênebin.”

Çi bûbû?

Encûmena Parêzgeha Nînowayê bi bêyî amadebûna endamên Fraksiyona PDKê, Seydo Xeyrî wek Qeymeqamê Şingalê, Xelîl Habiş wek Qeymeqamê Teleferê, Reid Nasir wek Qeymeqamê Tilkêfê, Elî Salih Mazî wek Qeymeqamê Hezerê, Elî Mihemed Cideya wek Rêveberê Navçeya Şore û Usame Şahir wek Rêveberê Geyareyê destnîşan kirin.

Kurdistan Haberleri

Besam Îshaq: Amerîka dê 400 leşkerên xwe li Sûriyeyê bihêle
Papayê Vatîkanê mir
Îlham Ehmed: Amadekariyên lidarxsitina konferansa Kurdî li Rojavayê Kurdistanê gehiştine qonaxa dawiyê
CPT: Tirkiyeyê 97 caran sînorên Herêma Kurdistanê bombebaran kirine
Zêdetirî 3,800 kuştî: Mîrata xwînrij a 14 salan a şerê Sûriyeyê ye