Piştî dûrxistina şaredariyên bajarên Amed, Mêrdîn û Wanê ku ji aliyê Wezareta Navxweyî ve waliyên bajêr weke qeyûm hatin wezîfedarkirin, malperên fermî yên van şaredariyan jî hatin girtin.
Di Malpera Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê de wiha hatiye nivîsandin: “Niha malper di qonaxa nûkirinê de ye û di demeke herî nêzîk de dîsa dest bi weşanê dike.”
Li ser Malpera Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê jî hat gotin: “Di demeke nêzîk de em dê bi we re bin.”
Herwiha li ser Malpera Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê tê gotin: “Niha li ser malperê xebat berdewam in û malper nû dibe, ji kerema xwe paşê serdan bikin.”
Ji aliyê din ve wêneyekî parêzgarê Mêrdînê Mustafa Yaman û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan li ser hesabê fermî yê twittera Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê hatiye belavkirin û jêr hatiye gotin: “Ji bo Mêrdîna me em dîsan li ser kar in.”