Li gor ku min trajedîya erdheja welatême takîpkir û famkir, dû resim anjî du realîte têne ber çavan:
Realîta yekem hișk, zalim û barbarîya. Ya dûem jî dilșikestî, reben û maxdûrîye.
Em bi ya barbarî destpêbikin: wezîrek dibêjê ku ew nikarin hemî leșkerên xwe bo alîkarîya kesên li mentîqa erdhejêne bișyênin, ma hingî kîyê hidûdên Sûrî bi parêzê?
Wezîrekîdin ku ji rexne, gilî û gazinên rexnegeran acize daxwaza pevçûn û șerdikê û vekirî bangî ”hodrî meydan” dike. Û wezîrê wezîran jî rexneger û dijberên xwe bi sixêfên mîna ”bê șeref, bê namûs, bê terbîye” bi navdikê û wan kesan tehdîd dike.
Ji realîte- anjî dinya dûem jî, kalekî dor heștê salî weha digot: ”ji malbat- û xizmênmin heftê kes çûn, ezê piștî vê qîyametê çi bikim li vê jîyanê?”
Jinekedin jî ku ji bin enqazê rizgarbûbû weha digot: ”di bin kevir û betonê de lașê hevjîn- û kurêmin werimî/nepixî û cih li min teng dibû.”
Dengbêj Kahtali Miçê jî bi xemgînîke- kûr û nalîneke belengaz di lorîne: ”Kevir li ser kevir nemaye, em herin malê kê ew xerabûye – em li kê dipirsin ew çûûne. Ez ne kêfxweșim ku bijîm.”
Gotin anjî zirt- û sixêfên hûkûmetê bi xwe îspateke ku dewlet ne bo refah û hûzûra hemwelatîyana, ne bo rizgarkirina can û canana. Ew dewleta paçxwer, çete, mafîa- û dijminana.
Ma ne ev gotina pêșîyênme ku ”Her kesekî li ser mirîyên xwe di girî ” ne bele-sebeb hatîye gotin. Eger maxdûr endamên malbat- û xizmên wan bana, ewan wî hemî ordîya mehmetcikên xwe qurban jî bikirana. Ji dela tehdîd û sixêfan ewan wî rica/tika û dûan li der û dor bikirana - da sanîye berî sanîyê kes û kûsên wan ji enkazan rizgar bikirana.