Piştî erdhejê vêca baran li mexdûran xist!

Weke ku tê zanîn erdheja 12 Mijdarê herî zêde zirar dabû Serpêla Zehaw û navçeyên rojavayê Kirmanşanê. Bi fermî nêzîkî 1000 kes jiyana xwe ji dest dan û zêdetirî 10 hezar kes jî birîndar bûn.

Ji ber erdheja ku pileya tundiya wê 7.3 Richter (Rîxter) bû, piraniya xanî û avahiyên devera Serpêla Zehaw û navçeyên derdora wê rûxiyan û yên mane jî ji bo jiyan û nişticihbûna welatiyan nabin û xel di bin çadir û konan de dijîn.

 

Mexdûrên erdhejê navçeyan giliyê li desthilatdarên Îranê dikin, ku ji destpêka erdhejê ve wek pêwîst bi alîkariya qurbanî û mexdoran nehatine, ji bilî wê jî rê li ber welatên din girtine ji bo gihandina alîkariyan ji xelkê ku ziyan gihêştinê û koçber bûne re.

 

Aniha jî şepoleke baranê li navçê dibare, ew xelkê di nava kon û çadiran de dijîn, rewşa wan gelekî xirab bûye û di nava heriyê de asê mane. Welatî di nava heriyê de mane û ji bo ku lehî neçe nava konên wan, berbestên ji bilok dirust dikin.

(k24)

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin