Navenda Nûçeyan- Piştî hikûmeta Tirkîyê çalakîyên Cemaeta Fethullah Gulen li wî welatî qedexe kir û ew grûp wek rêxistineke terorîstî bi nav kir, niha dor gihîştîye Cemaeta Menzîlîyan û bi hinceta ku ew grûp endamên xwe di nava sazîyên dewletê de bicih dike, roj bi roj guvaşa li ser wan zêdetir dibe. Pisporekî karûbarên olî li Tirkîyê jî dibêje, eger dewlet Cemaeta Menzîlîyan zêde tengav bike, ew dê xwe li jêr nasnameya Kurdbûnê de veşêrin.
Grûpên olî li Tirkîyê
Li Tirkîyê bidestxistina zanyarîyan derbarê cemaet û rêxistinên olî de gelek zehmet e, çimku cemaet tevgereke daxistî ne. Pisporê warê perwerdehîyê, Gul Balcî ku sala 2018an lêkolîneke meydanî derbarê cemaetên olî de encam daye, texmîn dike ku herî kêm 30 cemaetên olî li Tirkîyê hebin û 2 milyon û 600 hezar murîd û 445 tekîye û xanegehên wan hebin.
Li gor wê lêkolînê, %9 ji endamên cemaetan hevoka “îslama mîyanrew” red dikin û piştgirî li hevoka “cîhadê” dikin. Herwiha 800 dibistanên akîtv ên olî li Tirkîyê hene, ku piranîya xwandingehan li bajarên Bakurê Kurdistanê ne.
Her li gor heman lêkolînê, li Tirkîyê 10 hezar û 53 xwandingehên taybet hene ku yek li ser sê yê wan xwandingehan ser bi cemaetên olî ne, zêdetir ji 200 hezar zarok, nûciwan û ciwan di wan xwandingehan de dixwînin.
Profesor Balcî di wê bawerîyê de ye, ku Cemaeta Menzîl ji hemû cemaetên din ên li ser terîqeta Neqşbendî mezintir e.
Beşa Tirkî ya dengê Almanyayê di raportekê de ku 4ê Tebaxa îsal belav kirîye, behsa çavkanîyên darayî yên cemaetên olî li Tirkîyê dike û dibêje: “Giringtirîn çavkanîya dahata wan grûpan peydakirina derfetên kar ji bo murîdan e, ku li hember wî karî beşek ji dahata xwe didin cemaetê. Herwiha car bi car bexşînan jî ji murîdên xwe distînin, lê belê hejmarek terîqet û cemaet jî hene ku karê bazirganî û veberhênanê dikin.”
Feto çû û Meto hat!
Sekularên Tirkîyê ku berdewam dirûşma Tirkîyeyeke bê terîqet û cemaet bilind dikin, dixwazin sûdê ji wê rewşa niha werbigrin ku piştî kûdetaya 15ê Tîrmeha 2016ê li dijî terîqet û cemaetan bi giştî hatîye pêş.
Li gel ku cemaetan pêwendîyên veşartî û bihêz bi dewletê re hebûne û heta hinek ji wan ji alîyê dewletê ve hatine damezrandin, lê hertim ew tirs heye ku ew cemaet ji kontrola dewletê derkevin û gelek bihêz bibin. Tevî ku sîstema Kemalîzmê li Tirkîyê xwe weke sîstemeke li dijî partîyên olî pênase kirîye, lê belê wan terîqet û cemaetên olî bikar anîne. Piştî sala 1980 bi hinceta rûbirûbûna komonîzmê, dewletê careke din piştgirî li terîqeta Neqşbendî kir. Artêşa Tirkîyê ku xwe wek xîmê sereke yê dewleta sekular pênase dike, hinek caran bi destê efserên xwe cemaetên olî çê kirine.
Cemaeta Îşikçîyan ku di salên 1980î de gelek bihêz bûn û xwedî hejmarek kanalên TV û rojnameyan bûn, ji alîyê Hilmî Îşiq û Enver Oren ve hatîye damezrandin ku herdu jî efserên artêşa Tirkîyê bûn.
Piştî kûdetaya 2016an, car bi car Cemaeta Menzîl dibin rojeva Tirkîyê. Ev cemaeta olî weke alternatîva Cemaeta Gulen tê hesibandin. Ew cemaet jî tê tohmetbarkirin ku kadoryên xwe dişîne nav sazîyên ewlehîyê û çend wezaretên hikûmetê, wek wezareta tendirustîyê. Beşek ji pisporên wî warî, bi taybet kesên sekular dibêjin: “Feto çû, Meto hat”. Mebest ji Feto, Cemaeta Fethullah Gulen e ku dewleta Tirkîyê piştî kûdetaya 15ê Tîrmehê ew nav li wê cemaetê kir. Mebest ji Meto jî Cemaeta Menzîlîyan e.
Gelo Menzîlî Kurd in?
Tevî ku Menzîlî nasnameya xwe ya netewî vedişêrin, lê belê çi ji ber cihê cografyaya vê terîqetê be ku gundê “Menzîl” ê ser bi bajarokê Tahte ya Semsûrê ve li Bakurê Kurdistanê ye, çi li gor reh û esla rêberên wê be, ew cemaet Kurd in.
Sosyolog û dîrokzanê Kurd, Mufîd Yuksel ku kurê Mele Sedredîn Yuksel, yek ji zanayên olî yên Bakurê Kurdistanê ye, derbarê esla Menzîlîyan de dibêje: “Menzîlî ser bi terîqeta Neqşbendî ya Xalidî ve ne, Şêx Ebdulkerîmê bavê Menzîlîyan, Xelîfeyê Xeznewîyan bûye li Qamişlo. Xeznewî jî xelîfeyê Nûrşîn û Şêx Mehmûd Dîyadîn bûne, ew ‘Bêcirmanî’ ne ku gundekê navçeya Kercos a Mêrdînê ye. Di serdema Osmanîyan de pêgeheke wan a giring hebûye. Ew malbat di nava civaka Kurdî de naskirî ye.”
Serkirdeyê berê yê Tevgera Azadî ya Îslamî li Bakurê Kurdistanê, Sidqî Zîlan, gotinên Yuksel piştrat dik û dibêje: “Reşîd Efendî damezrênerê Camaeta Menzîl li Nûrşînê perwerdehî dîtîye, paşê ji bo wergirtina ruxsetê çûye Qamişloyê li cem hezretê Xeznewî. Hilbijartina navçeya Semsûrê û qeraxên Firatê wek navenda cemaetê jî eger tesaduf be jî, lê pêngaveke stratejîk bûye.”
Damezrênerê Cemaeta Menzîl, Mihemed Reşîd Erol piştî kûdetaya 12ê Îlona 1980an ji bo demekê bo Kanîya Xezanal tê dûrxistin, ku sala 1933an koça dawî dike, piştre birayê wî yê biçûk Ebdulbaqî Erol cihê wî digire. Ew cemaet di salên 1990î de gelek nêzîkî MHPê û Partîya Yekîtîya Mezin a Tirkîyê bû.
Çîroka mezinbûna Menzîlîyan çendîn lêkolînan li xwe digire. Holdînga Semerqend ser bi Menzîlîyan e ku xwedîyê 40 kompanîyên warên perwerdehîyê, enerjî, geştyarî û ragihandinê ye. Herwiha kadroyên Menzîlî di nava hikûmeta AK Partîyê de postên hesas wergirtine.
Sosylogo Tirk, Gokhan Bacîk ji Rûdawê re dibêje: “Wezîrê berê yê enerjîyê û çavkanîyên kanzayî yê Tirîyê, Taner Yildiz ser bi Menzîlîyan e. Ew cemaet di rêya sektorên tendirustî û enerjîyê re gelek bihêz bûye. Dengoya wê yekê heye ku Wezîrê Tendirustîyê yê Tirkîyê ser bi Cemaeta Mezîlîyan ve ye.”
Gelo Menzîkî dê ezmûna Gulen dubare bikin? Sidqî Zîlan behsa cudahîyên di navbera Gulenî û Menzîlan de dike û dibêje: “Cudahîyên wan gelek zêde ne. Bicihbûna endamên Gulen di nav sazîyên dewletê de gelek berfirehtir û cor bi cor bû, lê belê Menzîlî bi awayekê sînordar ew yek kirine. Gulenî li derveyî Tirkîyê gelek çalak bûn, lê belê tora pêwendîyên Menzîlîyan sînordar e û di jêr kontrola dewletê de ye, berovajîyê wê Gulenîyan dewlet xistibû jêr kontrola xwe.”
Her di vê derbarê de Mufid Yuksel dibêje: “Dewleta Tirkîyê ji niha ve fişaran dixe ser Menzîlîyan, daku wek Gulenîyan sînorê xwe derbas nekin. Bi bawerîya min ew wek Fethullahçîyan nakin.”
Menzîlî tên Herêma Kurdistanê
Tevî ku dewleta Tirkîyê hin caran dest hebûye di damezrandin an jî bihêzkirina cemaetên olî, lê ti deman bawerî bi wan neanîye. Bi taybet Menzîlî ku bi esl Kurd in, bi awayekê berdewam di bin çavdêrîyê de ne. Di heman demê de pêwendîyên bihêz ên Menîzl û AKP guman li ser her pêngaveke Menzîlîyan çê dike.
Li gor zanyarîyên ku ketine destê Rûdawê, Menzîlî dixwazin bêne Herêma Kurdistanê, bi nerîna çavdêrîyên sîyasî jî ew yek bi du sedeman e. Mufîd Yuksel ku bi gotina wî bixwe, wî bi Menzîlîyan re dîyalog heye, dibêje: “Hejmara Kurdan di nava (cemaeta) Menzîl de zêde ye, dixwazin bo çêkirina pêwendîyê bêne Kurdistanê û li wê derê jî bibin xwedî pêgeh. Wan bi xwe ew ji min re gotin.”
Gelo dewlet bi nîyaza wê yekê nîne ku Menzîlîyan li dijî Kurdan bikar bîne? Ew sosyologê Kurd dibêje: “Dewêlet di salên 1980 de li dijî Kurdan piştgirî li wê cemaetê kirîye, lê niha ji wê cemaet bi guman e, propagandayê li dijî wê dike, lê ti zirareke Menzîlan bo Herêma Kurdistanê çê nabe.”
Lê belê Gukhan Bacîk xwedî nerîneke cuda ye: “Menzîl xwedîyê pêwendîyên xurt in li gel AKPê. Heta dema ku guhdarî dewletê bikin, kêşe çê nabin. Ez ne bawerim ku nîyazeke Cemaeta Menzîl hebe li dijî AKP bisekine, lê dûr jî nîne ku AKP bigihe wê bawerîyê ku bandora Menzîlîyan sînorê xwe derbas kirîye û hewla lawazkirina wan bide.”
Derbarê Menzîlan û helwesta wan derbarê Doza Kurd de, Bacîk dibêje: “Di salên 1980î de dewletê Menîzlî li dijî PKKê bikar anî. Menzîl bû asteng li pêşîya berfirehbûna navçeya hejmonîya PKKê. Tevî wê yekê jî bandora Menzîlan lis er sîyaseta Kurd sînordar e. Ji ber ku kadroyên Menzîlî nerîtxwaz in, nikarin bandore çê bikin.”
Bacîk herwiha dîyar kir: “Lê eger hikûmet wan tengav bike, ne dûr ku nasnameya xwe ya rasteqîn aşkere bikin û Kurdbûna xwe derxin pêş.”
Rûdaw