Piştî Mêrsînê li Agiriyê jî ciwanên govend gerand hatin desteserkirin

.

Li navçeya Bazîdê ya parêzgeha Agiriya Bakurê Kurdistanê bi hinceta ku di govendê de propagandeya Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan kirine derbarê 7 kesan de biryara desteserkirinê hat dayîn û ji wan 3 kes hatin desteserkirin.

Parêzgariya Agiriyê îro bi daxuyaniyekê ragihand ku li gorî dîmenên li ser medyaya civakî hatine belavkirin grupeke 7 kesî li navçeya Bazîdê di şahiya zewacê de ji bo Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan dirûşm berz kirine.

Piştî wan dîmenan Serdozgeriya Komarê ya Agiriyê biryara desteserkirina wê grupa 7 kesî da û di vê çarçoveyê de tîmên ewlehiyê operasyon kir.

Di operasyonê de ji wan 3 kes hatin desteserkirin.

Herwiha ji bo kesên din jî operasyon berdewam dike.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku biryara desteserkirinê bi hinceta “propagandeya rêxistina terorê PKKyê” hatiye dayîn.

Li parêzgeha Mersinê jî bi heman hincetê 9 kes hatibûn desteserkirin û bi heman îdîayê bi biryara dadgehê hatin girtin.

Kurdistan Haberleri

Mangirtina gîştî bi hilkefta 25ê Xermanan, li Rojhilatê Kurdistanê berfirehtir bûye
Mistefa Hicrî: Heta gihîştin bi armancên bilind ên Şehîdan, Kurdistan çeperek avedan û liserpêsekinî ye
Êrişî Kampa Mexmûrê hat kirin
Jîna çû lê 'Jin, Jiyan, Azadî' ma
Li Kopenhaginê , bi organîzasyona PDK-Îranê, du semînerên bi wate