Piştî rûxîna Esed komên çekdar ên Îraqê naxwazin Amerîka vekişe

.

Berpirsên Îraqê û Amerîkayê radigihînin ku piştî rûxandina desthilata Beşar Esed li Sûriyeyê, komên çekdar ên Îraqê xwe di metirsiyê de dibînin û êdî daxwaza vekişîna hêzên Amerîkayê û hevpeymanên wê nakin.

Îraq û Amerîkayê par peymanek îmze kir da ku di meha îlonê de vekişîna qonax bi qonax a hêzên Amerîkayê û Hevpeymaniya Navneteweyî ya li dijî DAIŞê dest pê bike.

Komên çekdar û partiyên siyasî yên nêzîkî Îranê yên Îraqê, bi tundî daxwaza vekişîna hêzên Amerîkayê dikir, bi taybetî jî piştî destpêka şerê Xezeyê.

Dema ku peyman hat îmzekirin ji bo ku dawî li erka Hevpeymaniya Navneteweyî were anîn, serkirdeyên Îraqê digot ku metirsiya DAIŞê di bin kontrolê de ye û ji bo lêdana şaneyên mayî êdî hewcedarî bi alîkariya Washingtonê nîne.

Piştî rûxîna rejîma Esed helwesta komên çekdar ên şîe guherî

Lê rûxandina Esed a 8ê Kanûna Pêşîn a 2024an ji aliyê Heyeta Tehrîr El Şam (HTŞ) û hevkarên wê ku komeke misilmanên sunnî ne, kiriye ku hin ji komên çekdar ên şîe yên alîgirên Îranê li Îraqê li helwesta xwe ya li hemberî Amerîkayê vegerin, di nav wan de beşek ji endamên Çarçoveya Hevahengiyê ku piraniya partiyên alîgirên Îranê di nav xwe de dihewîne.

Ketina Esedê hevpeymana Îranê, destê Tehranê li herêmê qels kiriye û kiriye ku komên çekdar ên Îraqê xwe di metirsiyê de bibînin.

Her wiha li Îraqê, gelek kes ditirsin ku valahiya ewlehiyê ya li Sûriyeyê çêbûye, ji aliyê DAIŞê ve were bikaranîn da ku xwe ji nû ve rêk bixe, vegere û metirsiyê ji bo Îraqê çêbike, di demekê de ku rayedarên nû yên Sûriyeyê mijûlî rêkxistin û avakirina artêşeke nû ne.

Naxwazin hêzên Amerîkayê ji Îraqê derkevin

Berpirsekî Çarçoveya Hevahengiyê ji Ajansa Associated Press a Amerîkayê re got:

"Ji encama tiştê ku bi ser Sûriyeyê de hat, piraniya serkirdeyên Çarçoveya Hevahengiyê dixwazin hêzên Amerîkayê li Îraqê bimînin û naxwazin Amerîkî ji Îraqê dervekin.

Ew ditirsin eger Amerîka li Îraqê nemîne, DAIŞ dê valahiyê bi kar bîne û rewşa Îraqê hilweşe."

Çend serkirdeyên din ên siyasî û ewlehiyê yên Îraqê ku nexwestine navên wan bên eşkerekirin, heman tişt ji ajansa Amerîkayê re gotine.

"Vekişîna Hevpeymaniyê ne di berjewendiya Îraqê de ye"

Berpirsekî bilind ê Ewlehiya Niştimanî ya Îraqê behsa wê yekê kiriye, di civîneke hikûmetê de dezgeha wî gotiye:

"Di berjewendiya Îraqê de nîne ku di vê demê de daxwaza vekişîna Amerîka û Hevpeymaniya Navneteweyî bike.

Ew dengên wêrek ên ku berê behsa vekişîna Amerîkayê ji Îraqê dikirin, gelekî qels bûne. Ez pêşbînî dikim ku îsal Amerîkî venakişin."

Berpirsekî din ê parastina Îraqê amaje pê kiriye, ji wê demê ve ku Esed rûxiyaye, berpirsên Hikûmeta Îraqê "di asta herî bilind de bi fermî" daxwaz kiriye ku dawîhatina erka Hevpeymaniya Navneteweyî û vekişîna hêzên Amerîkayê ji Îraqê were paşxistin.

Li gorî wî berpirsî, Îraqî ditirsin û difikirin, niha ku artêşa berê ya Sûriyeyê çekeke zêde li pey xwe bi perişanî hiştiye, dibe ku DAIŞ wan bi kar bîne û vegere ser cihê xwe yê xurt ê berê û dest bi êrişan li Îraqê bike.

Berpirs gotiye, "Serihildana DAIŞê ne piştrast e lê îhtimaleke li ber dest e."

Heta niha Hikûmeta Îraqê bi eşkereyî behsa îhtimala dirêjkirina erka Hevpeymaniya Navneteweyî nekiriye.

"Di bernameya Îraqê de guherîn çênebûye"

31ê Kanûna Paşîn a 2025an Berdevkê Hikûmeta Îraqê Basim Ewadî, got, "Di bernameya navbera Îraq û Hevpeymaniya Navneteweyî de ti guherîn çênebûne" û civînên di navbera her du aliyan de berdewam in.

Ji bo ku mayîna hêzên Amerîkayê û hevpeymanên wê li Îraqê were dirêjkirin, divê Bexda bi nivîseke fermî daxwazê ji wan bike lê ne diyar e ka hikûmet dê heta kengî amade be vê daxwazê bike.

Heşda Şebî ku ji beşeke mezin a komên çekdar ên alîgirê Îranê pêk tê, di dema êrişa DAIŞê ya li ser Îraqê de li dijî vê koma tundrew şer kir.

Lêkolerê Enstîtuya Lêkolînên Şahaneyî ya Brîtanyayê (Chatham House) Rinad Mensûr, dibêje, digel ku wê demê "hevahengiyeke çalak" di navbera Heşda Şebî û Amerîkayê de tunebû, "her du aliyan jî di heman şerî de li dijî yek dijmin şer dikir."

Ji rûxîna Esed ve ti êriş nehatiye kirin

Di dema şerê Xezeyê de, hinek ji wan koman bi dronan êrişî baregehên Amerîkayê yên li Başûr û Rojavayê Kurdistanê, Îraq û Sûriyeyê kirin. Ji wê dema ku Esed rûxiyaye ve, ti êriş nekirine.

Rinad Mensûr dibêje, ew tirs û nîgeraniya ku piştî rûxandina Esed li Îraqê çêbûye, ji dîroka welatê wan tê.

Gelek ji serkirdeyên niha yên Îraqê ew salên tevlihev ên ku piştî rûxandina Sedam Husên bi ser Îraqê de hatin di bîra wan de ne.

Lêkolerê Brîtanî got, "Sedemên li piştî mijara derxistina hêzên Amerîkayê ji Îraqê ew bû ku şerê li dijî DAIŞê bi dawî hatiye û herêm aram e, piştî guherîna rejîmê li Sûriyeyê, ev nirxandin jî guherî.

Gefên DAIŞê di Sûriyeyeke nearam û tevlihev de di çend salên pêş de ji bo Çarçoveya Hevahengiyê û Hikûmeta Îraqê gelekî cidî ye."

RÛDAW 

Kurdistan Haberleri

Heyeteke PWKyê Li Brukselê Seredana Nûneratîya Ewropayê ya Rêvebirîya Xweser Kir
Efrîn - Erebên hawirde vedigerin, komelgeh vala dibin
Behadîn Şerm: Li dawiyê Sûriye perçe nabe û di bin yek birêvebiriyê de dimîne
Wergera berhemên helbestvanê ji Efrînê Husên Hebeş bi 35 zimanan hatiye kirin
Festîvala Online ya Fîlmên Kurdî ya Zagrosê dest pê kir