Piştîwan Sadiq: Gotûbêjên li gel Bexdayê ber bi çareseriya pirsgirêkan ve diçe

.

Wezîrê Ewqaf û Karûbarên Olî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragehand, gotûbêjên li gel Bexdayê ber bi çareserkirina pirsgirêkan ve ne û şandeyekî din jî dê biçe Bexdayê.

Îro 09.05.2024ê Wezîrê Ewqaf û Karûbarên Olî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Piştîwan Sadiq ragehand, tişta ku li ser Hikûmeta Herêma Kurdistanê bû li hember Hikûmeta Iraqê bi zêdeyî ve hatiye cîhbicîhkirin.

Herwaha diyar kir, gotûbêjên li gel Bexdayê ber bi çareseriya pirsgirêkan ve diçe, ji ber wê jî dê şandeyekî din a Hikûmeta Herêma Kurdistanê biçe Bexdayê û pirsgirêkên teknîkî mane.

Herwaha got, divê baweriya ciwanan bixwe û bi paşeroja welat hebe.

Siyaset Haberleri

Amerîka, Almanya, Fransa û Brîtanya daxwaza rawestandina şerê Sûriyeyê dikin
Keşeyê Dêra Kurdî: Kesên ku çûbûn Rojavayê Kurdistanê vedigerin Libnanê
Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mustafa Ozçelîk Li Parîsê Konferansek Da
Nêçîrvan Barzanî: Jinên Kurdistanê her tim avaker û parêzvanên xak û welat in
Jens Galschiøt: Em dê ji bo bibîranîna Enfalê peykerekî çêbikin