Piştrast bû ku ew melayê kurd ji ber Koronayê mirîye

Ew melayê kurd ji ber nexweşîya Koronayê miribû

Navenda Nûçeyan - Wezareta tenduristîya Kurdistanê ragihand, netîceya têsta wezareta tenduristîya Iraqê li ser wî kesê ku li Silêmanîyê ji ber nexweşîya Koronayê miribû, mîna ya wezareta tenduristîya Kurdistanê derket.

Çend roj berê li bajarê Silêmanîyê, melayekî 63 salî, ku bi nexweşîya Koronayê ketibû, miribû.

Wezareta tenduristîya Kurdistanê dabû zanîn ku ew melayê kurd ji ber nexweşîya Koronayê mirîye.

Piştî wê, wezareta tenduristîya Iraqê jî li ser sebeba mirina wî lêkolîn kiribû.

Wezareta tenduristîya Kurdistanê di daxuyanîyekê de ragihand, netîceya têsta wezareta tenduristîya Iraqê jî mîna yan wan bûye û pozîtîf bûye.

 

Siyaset Haberleri

Parlamentoya Îraqê biryar da ku Helebce bibe parêzgeh
Nêçîrvan Barzanî û Ehmed Şer civiyan
NYT: Li Sûriyê zêdetirî 100 kargehên çekên kîmyewî hene
Şanda Rêveberiya Parêzgeha Helebê serdana ENKSê kir
Rêber Ehmed: Kurdistan pabendî rûbirûbûna tawanên rêkxistî û torên bazirganîkirina bi mirovan e