Pizîşkiyan eşkere kir: Îran û Ewropayê li ser danûstandinên peymana nukleerî li hev kirin

.

Serokomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan ku ji bo beşdariya Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî li New York a Amerîkayê bû, di vegerê de li Balafirgeha Mehr Abad a li Tehranê ji medyayê re axivî.

Pizîşkiyan ragihand ku rayedarên Îranê di serdana xwe ya li New Yorkê de peymana nukleerî ya ligel rayedarên Ewropayê ku hatiye rawestandin gotûbêj kiriye.

Pizîşkiyan got, di hevdîtinê de lihevkirin çêbû ku wezîrê karên derve yê Îranê û wezîrên welatên Ewropayê dosyaya nukleerî dîsa bixin rojevê.

Serokomarê Îranê wiha axivî: "Lihevkirin çêbû ku civînek li Ewropayê were lidarxistin. Me behsa peymana nukleerî kir. Me fikarên xwe bi ewropiyan re parve kirin. Lihevkirin çêbû ku wezîrê derve careke din vê mijarê gotûbêj bike."

Hêjayî bibîrxistinê ye, Serokê berê yê Amerîkayê Donald Trump, di çarçoveya ambargoya giran a li ser aboriya Îranê de, Washington ji peymana nukleerî ya ligel Îranê vekişandibû.

Piştî vekişîna Amerîkayê ji peymana ligel Îranê, Tehranê erkên xwe yên nukleerî binpê kiribûn û li gorî Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomê, Îranê ji bo gihîştina çekên atomî dewlemendkirina ûranyûmê berdewam kiribû.

Li gorî  ajansê, Tehranê rêjeya dewlemendkirina uranyumê ji sedî 60 zêde kiriye ku ev rêje jî nêzîkî sedî 90 e ku dikare çekên nukleerî pê çêke.

Kurdistan Haberleri

UNAMI: Em bang li welatiyên Kurdistanê dikin ku biçin ser sindoqên dengdanê
ÇEWLÎG - Xwendekaran li dijî tundûtûjiya li ser jinan xwepêşandan kir
Berî 32 salan yekem hilbijartinên demokratîk li Herêma Kurdistanê hatin kirin
Nêçîrvan Barzanî li ser hebûna hêzên Hevpeymanan daxuyanî da
Heyeta PWKyê Li Amedê Seredana PSKyê Kir