Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) ragihand ku da ku li Tirkiyeyê aşitî pêk were û pirsgirêka Kurdan bi rêyên aştiyane çareser bibe, ew bi hemû awayî piştgiriyê didin banga Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan.
Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan 27ê Sibatê xwestibû ku PKK xwe fesix bike û çekan deyne.
Komîteya Birêvebir a PKKyê jî 1ê Adarê li ser banga Ocalan daxuyaniyek belav kir û ragihand ku ew dê girêdayî banga Ocalan bibin û li gorî pêwîstiyên wê tevbigerin.
PJAKê li ser banga Ocalan daxuyaniyek weşand û diyar kir ku ew bi hemû awayî piştgiriyê didin wê bangê.
PJAKê ragihand ku banga Ocalan gelek mijarên sereke, balkêş û girîng li xwe digirin.
Daxuyaniya PJAKê wiha ye:
“Roja 27ê Sibatê banga dîrokî ya Rêber Apo hat belavkirin. Banga Rêber Apo bi awayekî taybet îşaret bi çareseriya pirsgirêka Kurdan a bi rêya aştiyê, avakirina civaka demokratîk û guherînên bingehîn a di tevgera azadîxwaz a gelê Kurd de kiriye.
“Guherîn bilez çêdibin”
Li Rojhilata Navîn guherîn bi awayekî berfireh û bilez çêdibin. Êdî herêm nikare xwe li beramberî van pirsgirêk û qeyranan bigire ku ew jî ji encama siyaseta otorîter a dewlet-netewane.
Hişmendiya netewperestî hem wek çavkaniya derketina van pirsgirêkên dijwar û zehmet ên herêmê ye, hem jî wek astengiya herî mezin a li pêş çareseriya van pirsgirêkane.
Di vê rewşê de bi taybetî pirsgirêka Kurd wek birîneke kûr û girêyek kor lê hatiye. Ev jî nêzîkatiyên rejîmên desthilat ên Rojhilata Navîn a di çareserkirina pirsgirêkan de nîşan dide.
Banga Rêber Apo însiyatîf wergirtinek e ji bo derbazbûna qeyranan derfeteke dîrokî.
“Serkeftina vê pêngavê bi avakirina zemîneke demokratîk ve girêdayî ye”
Bê guman serkeftina vê pêngava aştiyê ya Rêber Apo, bi azadiya wî ya fîzîkî û hemû girtiyên din ên siyasî, bidawîkirina şer ji aliyê dewleta Tirk ve û avakirina zemîneke siyasî, hiqûqî û demokratîk ve girêdayî ye.
Rêber Apo di banga xwe ya dîrokî de bal kişandiye ser wê yekê ku tevgera azadîxwaz li Kurdistanê gelek fedekariyên mezin kiriye lê ji ber astengî û zihniyeta fikra cîhana du cemserî, nekarî bi temamî ji vê pirsgirêkê re bibe bersiv.
Nîv sedsal bi têkoşîneke bêrawestan Partiya Karkerên Kurdistanê netewa Kurd ji metirsiya tinekirina etnîkî parast û wê siyaseta ku li ser bingehê înkara gelê Kurd dihat meşandin vale derxist.
“Netewa Kurd gihiştiye qonaxa pêşengtiya demokrasiyê bike”
Netewa Kurd niha qonaxa ‘vejînê’ û mijara hebûn wek netewe bi serkeftî derbaz kiriye, gihiştiye qonaxa xwebûn, xwerêvebirin û pêşengtiya ji demokrasiyê re.
Bê guman ji bo serxistina vê qonaxê pêwîstî bi nêzîkatî û tedbîrên nû yên berdewamkirina têkoşînê heye.
Rêber Apo di salên 90î de û piştre jî di nava 26 salên girtîgeha Îmraliyê de têkoşînek berfireh Ji bo guherîna zîhniyet û paradîgmaya têkoşîna tevgera azadiya Kurdistanê meşand.
Paradîgmaya nû ya têkoşînê li ser bingehê civaka demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê pêşkêş kir ku rênîşana têkoşîna me ye.
“Banga Apo gelek mijarên sereke, balkêş û jiyanî digre nava xwe”
Banga dawî ya Rêber Apo gelek mijarên sereke, balkêş û jiyanî digre nava xwe.
Wek partî me jî felsefe û paradîgmaya civaka demokratîk a Rêber Apo, ji bo gihiştina armancên xwe kiriye bingehê têkoşînê.
Em dê bi hemû awayî piştgiriyê bidin vê vê banga Rêber Apo da ku li Tirkiyeyê aşitî pêk were û pirsgirêka Kurdan bi rêyên aştiyê çareser bibe.”