PKKê kuştina endameke xwe li Silêmaniyê piştrast kir

.

Li taxa Bextiyarî ya Silêmaniyê jinek bi guleyan hat kuştin, PKK jî radigihîne, ew endameke wan e.

Berdevkê Polîsa Silêmaniyê Serkewt Ehmed ji K24ê re ragihand, îro danê sibê jinek bi navê Nagîhan Akarsel li taxa Bextiyarî ya Silêmaniyê rastî êrîşeke çekdarî hat û di encamê de hat kuştin.

Diyar kir jî, niha termê wê jinê ji bo Bijîşkiya Dadê ya Silêmaniyê hatiye birin û lêkolîn derbarê vê êrîşê de hatiye destpêkirin.

Piştî êrîşê, medyaya fermî ya PKKê da zanîn, endama Navenda Lêkolînê ya Jineolojiyê Nagîhan Akarsel di êrîşeke çekdarî de hat kuştin.

Diyar kir jî, Akarsel ji bajarê Konyayê bû û karê rojnamevaniyê di kovarên jinan dekiribû. Çend sal in li Silêmaniyê ji bo bingeha akademiya Jineolojiyê dixebitî.

K24

Kurdistan Haberleri

Partiyên siyasî bi banga PDKyê civiyan: Krîza Bexda-Hewlêrê dinirxînin
Heyeta Rêveberiya Xweser çû Şamê
Li Zanîngeha Kurdistanê xwendekarên Kurd û biyanî bi hev re fêrî zanist û jiyanê dibin
Pakêta nû ya guhertina cezayan: 19 hezar û 800 girtî dê sûdê wergirin
BEXDA - Heyeteke Kampa Mexmûrê 15 roj in desteserkirî ye