Plasschaert: Şerê siyasî yê navxwe yê li Herêma Kurdistanê gelek bêzarker e

.

Neteweyên Yekgirtî daxwazê ji aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê dike, di dema herî nêz de çareseriyê ji bo kêşeyên li ber hilbijartinan bibînin û hilbijartinan bikin.

Nûnera Taybet a Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî ya li Iraqê Jeanine Hennis-Plasschaert li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand, şerê siyasî yê navxwe yê li Herêma Kurdistana Iraqê gelek bêzarker e.

Jeanine Hennis-Plasschaert dibêje: “Careke din em daxwazê ji hemû aliyan dikin ku li berjewendiya hemû xelkê kar bikin û çareseriya hevbeş ji bo kêşeyên diyar ên li ber hilbijartinan di demeke herî de bibînin.”

Plasschaert diyar dike, hilbijartineke ku cihê bawerî û di dema xwe de be, pêwîstiyeke demokrasiyê ye.

Kurdistan Haberleri

Serokkomarê Îraqê yasaya parêzgehbûna Helebceyê îmze kir
Encûmena Ewlehiyê ya Herêma Kurdistanê li ser êrişên dronan daxuyanî da
Sitêrek ji Hunera Kurdî ji nav me barkir! Hunermend Remezanê Omerî jiyana xwe ji dest da!
Hejmara (25) a Kovara Şermola Derket
Hemû deynên Sûriyeyê hatin dayîn