Platforma Jinan a Dersîmê ragiahnd ku “herî zêde jî polîtîkayên dijminatiyê, bandorê li siyasetmedarên jin ên Kurd dikin.”
Li parêzgeha Dersîmê ya Bakurê Kurdistanê ligel ku qedexeya çalakî û xwepêşandanan hebû Platforma Jinan a Dersîmê bi helkefta roja 25ê Mijdarê Roja Nehiştina Tundûtûjiya Dijî Jinan civîneke çapemeniyê saz kir.
Peyamnêrê Rûdawê yê Dêrsimê ragihand ku Platforma Jinan a Dersîmê bi helkefta roja 25ê Mijdarê Roja Nehiştina Tundûtûjiya Dijî Jinan li Parka Seyîd Riza civînek çapemeniyê saz kir.
Li ser navê Platforma Jinan a Dersîmê Fatoş Argin axivî û got: “Edalet û hiqûq nîne, deriyên saziyên dewletê ku piştgiriyê bidin jinan û jin serlêdana wan bikin bo bersivekê li ber jinan hatine girtin. Herî zêde jî polîtîkayên dijminatiya jinan bandorê li siyasetmedarên jin ên Kurd û rêxistinên jinan dikin. Wek li her derê tundûtîjî zêde bûye li bajarê me jî zêde bûye. Ev nêzîkî 2 sal e ti xeberek ji Gulistan Doku nîne. Li bajarê me îdîayên çeteyên laşfiroşiyê di rojevê de ne. Divê ev îdîa bên lêkolînkirin û em daxwaz dikin ku tişta pêwîst bê kirin.”
Piştî daxuyaniyê girseya ku kom bûbû bi awayekî bêdeng belav bû.
Li gor amarên Wezareta Navxwe ya Tirkiyê di sala 2021ê de heta 15ê Mijdarê 251 jin hatine kuştin. Lê li gor raporta dawî ya Platforma `Emê Tûndûtîjiya Dijî Jinan Rawestînin`, piştî ku Tirkiye bi hinceta têkdana bingeha malbatê û teşwîqkirina hewregezîxwaziyê 22ê Adara îsal ji Peynamnameya Stenbolê vekşiya û heta niha nêzîka 300 jin ji aliyê mêran ve hatine kuştin.