Platforma Jinê ya Enqerê do li Mor Mekan seba kuştina Jîna Amînî û rojnamevan Nagîhan Akarsel, kom bûn û li hember van kuştinan bi tundî bertêk nîşan dan.
Ser navê platformê, Sînejan Kut daxuyanîya hevpar xwend û got ku du jin; Jina Amînî û Nagîhan Akarsel bi destê zilaman ve li Tahranê û Silêmanîyê hatine kuştin.
Nivîskar û rojnamevan Nagîhan Akarsel, di 4’ê Cotmehê de li Herêma Kurdistanê li bajarê Silêmanîyê li pêşîya mala xwe bi êrîşeke çekî hatibû kuştin.
Li ber vê kuştinê Platforma Jinê ya Enqerê çalakîyekli dar xist û bi daxuyanîyekê bertêk nîşan da.
“Hêrsa me û êşa me pir mezine e. Çend roj in ku li Tirkîyê, Îranê û li hemû dinê seba parastina jîyan û azadîya jinê, jin li kolanan çalakîyan li dar dixin û bertêkên xwe tînin ziman. Lê dewlet li hemberî vî li ser jinan de bi tundî, çavtirsansin desteserkirinê bersiv dide.”
Nagihan Akarsel Endamê Navenda Lêkolînên Jîneolojîyê bû û demek e dirêj bû ku li Silêmanîyê karê lêkolînê dimeşand. Platforma Jinê ya Enqerê jî di daxuyanîya xwe de bal kişand ser vê kuştinê û got ku hêza ku Jîna Amînî kuştîye Nagîhan Akarsel jî qetil kiriye.
“Dewleta zilaman, ku Jîna Amînî û Nagîhan Akarsel kuştine, bila pir baş bizanibe ku, têkoşîna azadîya jinê bi lîstikên tarî, bi tundî û suîkastan wê nayê veşartin. Wek li Îranê çawa çêbû û li tevahîya dinê çawa li hemberî sîstema yekparêz, zayendparêz û desthilata zilaman wê hevkarî û têkoşîna jinê bêtir mezin bibe û bidome.”
Nagihan Akarsel Kî ye?
Nagihan Akarsel ji Anatolîya Navîn li bajarê Konyayê ji dayîk bûye. Li Tirkîyê demek e dirêj karê ragihandinê kiriye, piştî ku li Herêma Kurdistanê li bajarê Silêmanîyê niştecî bûye jî xebatê xwe bêtir li ser jinan domandîye. Akarsel, bi xwe Endamê Navenda Lêkolînên Jîneolojîyê bû. Di 4’ê Cotmehê 2022’yan de li pêşîya mala xwe de rastî êrîşeke çekdarî de te kuştin.