Platforma Qahîreyê beşdarî civînên opozîsyona Sûriyê yên Cenevê nabe

.

Endamê Desteya Danûstandinan ya Opoziyona Sûriyê Birahîm Biro ji Rûdawê re ragihand, civîna wan bi nûnerê taybet ê Neteweyên Yekbûyî Gier Pederson re dest pê kir û biryar e sibe civînên berfireh ên pêkhateyên di nava Desteya Danûstandinan de dest pê bikin.

Endamê Desteya Danûstandinan ya Opoziyona Sûriyê Îbrahîm Biro îro Înê her wiha diyar kir ku wê nakokiyên di nava Desteya Danûstandinan de û proseya asayîkirina peywendiyan bi Hikûmeta Esed re ji aliyê hinek welatên Erebî ve û civînên çaralî yên li Moskowê gotûbêj bikin.

Li aliyekî din Rêkxerê Platforma Qahîreyê Firas Xalidî di daxuyaniyekê de ragihand ku ew di boykotkirina hemû civîn û çalakiyên Desteya Danûstandinan de berdewam in.

Firas Xalidî eşkere kir ku sedema vê yekê ne pabendbûna rasteqîna bi mekanîzmeke nîştimanî ji bo wergirtina biryara ku hêza opozîsyona weke hevbeşekî diyar bike.

Firas Xalid rexne li tevlîheviya di rêveberiya desteyê de kir û got ev tevlîhevî ji ber siyaseta ne rast a derbarê dûrxistina hin endaman û vegerandina wan bêyî diyarkirina ti sedeman e.

Platforma Moscokê jî ji aliyê xwe ve di daxuyaniyekê de ragihand ku piştî 4 salan ji qutbûnê, ew dê beşdarî civînên Cenevê yên sibe û du sibe bibin.

Kurdistan Haberleri

Li Brûkselê semînereke danasîna PWKyê û rojeva sîyasî ya Kurdistanê!
2 Kurdên Êzidî yên ku ji aliyê DAIŞê hatibûn revandin vegeriyan Başûrê Kurdistanê
Serokkomariya Sûriyeyê li ser Konferansa Neteweyî ya Rojavayê Kurdistanê daxuyanî da
MÊRDÎN - 50 saliya nivîskariya Berken Bereh hat pîrozkirin
Jineke ji Rojhilatê Kurdistanê ferhenga Kurdî ya termên yasayî amade kiriye