Platforma Tendirustiya Amedê: Xizmeta bi Kurdî mafê bingehîn ê jiyanê ye

.

Platforma Tendirustiya Amedê bi helkefta 15ê Gulanê Roja Zimanê Kurdî daxuyaniyek da û tê de ragihand ku “Daxwaza xizmeta tenduristiyê ya bi zimanê dayikê, beşeke bingehîn a mafê nexweş û mafê jiyanê ye.”

Di daxuyaniya xwe de Platforma Tendirustiya Amedê dibêje: “Ziman, yek ji wan xala ye ku bandorê li gihîştin û qalîteya xizmetên tendirustiyê dike. Fêmkirina têkiliya nexweş û xebatkarên tenduristiyê, ji her du aliyan ve bandorê li qalîte û encamên kar û barên tendirustiyê dike.”

Platforma Tendirustiya Amedê tekez dike ku daxwaza xizmetên tendirustiyê yên bi zimanê dayikê; ji mafê tendirustiyê, mafê dermankirinê, mafê nexweş û mafê jiyanê beşeke bingehîn e û dibêje: “Awayê pêşkêşkirina xizmetên tendirustiyê yên wekhev, bi bandor û bi qalite; ji bo her kesî girêdayî bi bikaranîna mafê zimanê zikmakî di vî warî de ye jî.  Di pêvajoya teşhîs û dermankirinê de, di perwerdehiya bijîjkî û tendirustiyê de gava herî girîng, girtina dîroka nexweş û nexweşiyê ye. Eger nexweş û xebatkarên tenduristiyê bi heman zimanî nepeyîvin û amûrên guncav neyên bikaranîn, wergirtina vê dîrokê pir zehmet û ne raste jî.”

Ev paltfom herwiha dide zanîn ku di encamên gelek lêkolînên ku heta niha hatine kirin de derketiye holê ku, xizmeteke tendirustiyê ya ku bi zimanê dayikê nayê dayîn, li ser esasê vê rastiyê, rê li ber mafê agahîgirtinê û mafê dermankirinê yê nexweş digire.

Platforma Tendirustiya Amedê herwiha ji bo xizmeteke tendirustî ya mirovî daxwazên xwe wiha rêz dike:

-Pergala perwerdehiyê, li gorî pêkhateya pir nasnameyî, pirçandî û pirzimanî ya welat ji nû ve bê birêxistinkirin û ji asta yekemîn heta zanîngehê, ji bo hemû welatiyan bêpere û bi awayekî wekhev derfetên perwerdehiya bi zimanê dayikê bên dayîn. Di vê çarçoveyê de divê dibistanên ku di warê tenduristiyê de perwerdehîyê didin jî, pirzimanî bibin û ji bo perwerdehîya ziman bi ziman û zaravayên cuda ku welatiyên li Tirkiyeyê berîya zimanên biyanî bikar tînin bên teşwîqkirin.

-Ji bo xebatkarên ku di 112, UMKE, Beşa Lêgerîn û Rizgarkirin û Lezgîniyê de dixebitin, divê qursên têkildarî zimanên ku li herêmê bi gelemperî têne bikar anîn bêne plansazkirin û perwerdeyên di nav kar de bêne dayîn.

-Di xeta 112 ya Lezgîn de, anons bi Kurdî jî were gotin.

Kurdistan Haberleri

Em ji tûndûtujiya li hember jinê re dibêjin na!
Komisyonê encamên hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê pesend kir
Geir Pedersen: Pir Girîng e Sûrîyê Nekeve Nav Şer
Nêçîrvan Barzanî: Ji bo bidestxistina edalet û wekheviyê em soz didin jinên Kurdistanê
Partiya Newrozê hat damezrandin