Platforma Yekitiya Jinên Kurd li Amedê Seredana PAKê Kir

Heyeteke Platforma Yekitiya Jinên Kurd, roja 24.04.2018an li Amedê seredana PAKê kir.

Heyeta Platforma Yekitiya Jinên Kurd ji Ferda Cemiloğlu, Mülkiye Birtane, Ayşe Gökkan û Duysal Karataş pêk hatibû.

Li Teşkîlata Amedê ya PAKê, Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik, Cîgirê Serokê Giştî û Serokê Teşkîlata Amedê Sait Aydoğmuş, Endamê Komîteya Birevebiriya Navendî ya PAKê Vahit Aba, endama Meclîsa PAKê Zinnet Dinçer û rêvebira Komîsyona Jinan a PAKê Rojbîn Bükün pêşewaziya heyeta Platforma Yekitiya Jinên Kurd kirin.

Herdu heyetan di derbarê xebata jinan, hilbijartinên pêşwext, yekitiya kurdan û rewşa giştî de bîr û rayên xwe anîn ziman.

Hevdîtin di atmosfereke dostane û germ de derbas bû.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin