Platforma Zimanê Kurdî bang li derûdoran kir

Platforma Zimanê Kurdî ya ji 9 partiyan pêkhatî îro li Teşkîlata Amedê ya Partiya Azadiya Kurdistanê civîneke çapemeniyê li dar xist û bang li nivîskar, ronakbîr û hunermendan kir ku xwe tevlî xebatên platformê bikin.

Berdevkê Paltforma Zimanê Kurdî Şerefxan Cizîrî, diyar kir ku di civîna dawî, 3 berdevk diyar kirine û wiha axivî: “Ev sê berdevk dê sê mehan carekê bên guhertin. Di komxebata hat lidarxistin, biryara me ya şênber ev bû. Di heman demê de me sê komên xebatê ava kirin. 

Cizîrî herwiha diyar kir ew ê çalakiyên Roja Zimanê Cîhanê 21ê Sibatê li dar bixin û got  divê zimanê Kurdî di Newrozê de weke mijara sereke were destnîşankirin.

Berdevkê Platformê herwiha bangî nivîskar, ronakbîr û hunermendên Kurd kir ku beyî ku li benda wexwendnamê bin, xwe tevlî Paltformê bikin.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin