Bi minasebeta Roja 15 Gûlanê, Cejna Zimanê Kurdî, Platforma Zimanê Kurdî daxwûyanîyekê belav kir.
Serokên partîyên Kurd û gelek dildarê zimanê Kurdî beşdarê civîna daxwuyanîyê bûn.
Çapemenîya Kurd jî bi qelebalêxî civîna çapemenîyê şopand.
Daxwuyanî bi Kurmancî û Zazakî hat xwendin.
Kurmancîya daxwuyanîyê ji alîyê berdevkê PZKê Şerefxan Cizîrî, a zazakî jî ji alîyê Cemile Turhali ve hat xwendin.
Tevahîya daxwuyanîyê li jêrê ye.
JI RAYA GIŞTÎ RE.
Gelê me ye hêja û xebatkarên çapemenîyê.
Sal 1932, di Kovara Hawarê ya yekemin de ev sernivîs hatibû nivîsandin.“Hawar dengê zanînê ye. Zanîn xwe nasîn e. Xwe nasîn ji me re rêya felat û xweşîyê vedike. Her kesê ku xwe nas dike, dikare xwe bide naskirin. Hawara me berî her tiştî, wê hebûna zimanê me bide zanîn. Lewre ziman şertê hebûnê yê pêşîn e."
Em weke Platforma Zimanê Kurdî heta niha li ser xeta Kovara Hawarê meşîyan e. Me bi xebata xwe xwestiyê vê xetê hergav zindî bihelîn û hişmendîya zimanê Kurdî her bi pêşde bibin.
Ji bo ku ev banga neteweyî ya Mîr Celadet Elî Bedirxan berdewam û mayînde bibe, Hezkirîyên Zimanê Kurdî di sala 2007'an de 15' Gulanê weke "Cejna Zimanê Kurdî" îlan kiribûn. Ji wê salê û bi vir de ev roja hanê bi rihê netewî, hezkirin, bi nirx û hişmendiya zimanê Kurdî tê pîroz kirin…
Em hemû baş dizanin! Baş jî eşkere bûye! Pirsgirêka ku bi sedan salan weke pirsgirêka Kurd tê binavkirin, di rastiya xwe de siyasetên dewletê yên bişaftin, zext, zor û fişarên ku li ser çand û zimanê Kurdî têne meşandin, bi taybet xwe di xwestina asimîlasyona Kurdan de didin der. Ev siyaseta dewletê dixwaze pêşî zimanê me tune bike, zimanê me ji holê rake, îrade û liberxwedana Kurdan bişikîne. Ji bona tunekirina nirxên Kurdan bi berfirehî dewletê bi awayekî fermî û hevbeş plansazîyeke asimîlasyonê xistine rojeva xwe. Vê yekê jî bi gelek rêbazên parzûnandî didine meşandin.
Dîsa tê zanîn ku înkara çand, ziman û nasnameya Kurdî, ji avakirina Komara Tirkîyê û heta vê demê jî bi dehan caran bûye sedema nerazîbûna gelê Kurd. Gelê me hergav ji bona mafê zwe li ber xwe daye. Teslîm nebûye. Doza wî her zindî maye. Siyaseta înkarê ya li hemberî nirxên neteweyî yên gelê Kurd, gelek caran bûne sedema şer û pevçûnan. Ev yek jî îro baş têzanîn.
Ji bo welatekî demokratîk, wekhev, pêşketî û di nava aramiyê de bijî, divê beriya her tiştî pîvanên pêkvejîyanê hebin, divê di nava pêkhateyan de hevdû qebûl kirin hebe. Divê maf û azadî hebin. Di vê tevgirêdanê de, pewiste zagonên bingehîn ên ku li pêşîya azadîya Zimanê Kurdî asteng in, bên sererast kirin: Em hemû Kurd bi hevbeşî dixwazin ku Zimanê Kurdî (Kurmancî û Kirdkî) bibe zimanê perwerdehîyê û zimanê fermi. Ji ber ku Zimanê Kurdî yê hemû Kurda ye. Bi vê mebestê em jî bi yek dengî dibêjin; Zimanê me nasnama me ye, rengê me ye, taca serê Kurda ye, hebûna me ye… Pejirandina zimanê me xeta me ya sor e…
Li malan, li bazaran, li kolanan, li dibistanan, li şaredarîyan, li nexweşxaneyan, li mizgeftan, li dadgehan û li hemû qadên jiyanê; em ê herdem bixwazin, bi Kurdî biaxivin, bi Kurdî bixwînin, bi Kurdî binivîsînin, bi Kurdî bijîn. Ev hemû jî nîşaneyên Kurdbûna me ne. Bi vê helwesta xwe em dixwazin hişmendîya Zimanê Kurdî li her der ê berz bikin û zimanê Kurdî bikin beşek ji nasnama xwe. Ji ber vê sedemê em ê di hemû qadên jiyanê de sîyasetê jî bi Kurdî bikin. Em ê xebata kulturî, hunerî û têkilîyên sosyal jî bi Kurdî bikin. Em ê bixwazin her gav weke Kurdan bi şanazî bijîn û hergav xwedî li hebûna xwe derkevin.
Bi rastî û bi dilpakî em dibêjin; niha dem dema Zimanê Kurdî ye…
Platforma Zimanê Kurdî.
15 ê Gulanê