Rûpela Nû / Eva deme ku Platforma Zimanê Kurdî-PZK destpê kirîye li bajarên Kurdistanê şaxên xwe ava dike. Îro 9.12.2021 jî, bi beşdarîya hersê berdevkên PZKyê Şerefxan Cizîrî, Vahit ba û Zeyat Ceylan, rêvebirê navendî yê PZKyê Sedat Dogan û rêvebirên Şaxa Ruhayê ya PZKyê xebatên PZKyê yên li Ruhayê hate destpêkirin.
Di civîna damezrandina Şaxa Ruhayê de Berdevkê PZKyê Şerefxan Cizîrî li ser karûbarên ku heta niha hatine kirnê û herwiha karên ava kirina PZKyê û prensîbên wê axifî û zanyarîyan da.
Berdevkê PZKyê Vahit Aba jî di kurte axaftina xwe de behsa girngîya "Çima PZK û çima ziman" kir.
Berdevkê PZKyê Zeyat Ceylan jî axaftina xwe li ser "hatina cemhevbûna siyasetên kurdî û xebatên hevbeş" pêkanî.
Rêvebirê PZKyê Sedat Dogan jî liser gringîya ziman a di jîyanê de axafî.
PZK Ruha, Bi beşdarîya nûnerên PAK, PSK, KKP, HDP, IHD, ÖHD ,
Kürdi- Der û gelek revşenbirên Ruhayê hat avakirinê.
PZK Platforma Zimanê Kurdî heta niha li Mêrdîn, Batman, Semsûr, Ruha şaxên xwe hene.
Rûpela Nû