Li Gebzeyê, li ber Girtîgeha Tîpa Myê, polêsan êrîşî malbatên girtîyan kir ku ev çend roj in nobedê digirin.
Hat ragihandin, gava ku kesûkarên girtîyan piştî hevdîtinê ji Girtîgehê derdiketin polêsan êrîşî malbatan kir û gelek kes derb kirin û di encamê de 20 kes hatin desteserkirin.
Di girtevîdyoyan da tê xuyakirin ku polêsan hinek ji wan kesan li erdê dirêj kirîye û deverûyî kelebce dixin destê wan.