Polis girtin ser avayîyên HDP û DBPê yên Amedê

Hêzên dewletê bi awayekî hemwext girtin ser avahiyên HDP û DBP’ê yên bajêr û navçeyên Amedê

Hêzên dewletê 12.10.2016ê di saetên dereng ên şevê de bi awayekî hemwext girtin ser avahiyên HDP û DBP’ê yên bajêr û navçeyên Amedê yên Rezan, Yenîşehîr, Sûr, Bismil, Lice, Karaz. Ergenî û Çinarê.

Piştî lêgerînê dest danin ser dokument, kitêp, rismê wan hatin kişandin û hin kompitor bi xwe re birine..Di dema lêgerinê de zerar gihaye avayîyên partîyan.

Hat zanîn ku di nav hefteyekê de li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê 181 rêvebir û hevserokên HDP û DBP hatine binçavkirin.

Siyaset Haberleri

Keşeyê Dêra Kurdî: Kesên ku çûbûn Rojavayê Kurdistanê vedigerin Libnanê
Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mustafa Ozçelîk Li Parîsê Konferansek Da
Nêçîrvan Barzanî: Jinên Kurdistanê her tim avaker û parêzvanên xak û welat in
Jens Galschiøt: Em dê ji bo bibîranîna Enfalê peykerekî çêbikin
Xwepêşandanên Mahsa Amînî | Rejîma Îranê cezayê îdamê da 6 kesên din!