Polîsan bi barîyeran Qada Taksîmê dorpêç kirine

Weke her sal îsal jî polîsan Qada Taksîmê û derdora wê bi barîyeran dorpêç kirine. 1ê Gulanê li Stenbolê derketine darve hatibû sînorkirin.

Navenda Nûçeyan - Berîya 1ê Gulanê li Qada Taksîmê û derdora wê dîsa “tedbîrên ewlehîyê” bi barîyeran hatine girtin.

Barîyerên ku bi kamyonan anîne, li Qada Taksîmê, derdora wê û kuçeyên ber bi Kolana Îstîklalê ve diçin, hatine danîn.

Polîsan barîyer danîne hin xalên Parka Gezîyê, Kolana Meteyê û Qada Taksîmê û bere wan kesên dixwestin biçin Kolana Îstîklalê didan xalên din.

Ji ber nexweşîya covid-19ê ango koronavirusê wê 30ê Nîsanê roja pêncşemê saet ji 24.00ê heta 3yê Gulanê saet 24.00ê li 31 bajaran derketine derve qedexe be

Bîanet

 

Siyaset Haberleri

Parlamentoya Îraqê biryar da ku Helebce bibe parêzgeh
Nêçîrvan Barzanî û Ehmed Şer civiyan
NYT: Li Sûriyê zêdetirî 100 kargehên çekên kîmyewî hene
Şanda Rêveberiya Parêzgeha Helebê serdana ENKSê kir
Rêber Ehmed: Kurdistan pabendî rûbirûbûna tawanên rêkxistî û torên bazirganîkirina bi mirovan e