Polîsê Hewlêrê: Ev du hefte ne ne dizî hatîye kirin ne jî kes hatîye kuştin

Polîsê Hewlêrê ragihand, di heyama hefteyên borî de ti dizîyek nehatîye kirin û ti kes jî nehatîye kuştin.

Navenda Nûçeyan - Berdevkê polîsê Hewlêrê, Hogir Ezîz ji BasNewsê re got, ev du hefte ne bi fermana wezareta navxwe û bo rûbirûbûna vîrusa Koronayê qedexeya derketina derve hatîye ragihandin û welatî li malên xwe de dimînin. Polîs jî rojane li nav kolanên bajêr de digerin.

Hogir Ezîz her wiha got, vê yekê jî bandor li ser rêjeya sûc û tawanan kirîye. Ji ber ku zêdetir du hefteyan e ne dizî hatîye kirin ne jî kes hatîye kuştin.

 

Siyaset Haberleri

Parlamentoya Îraqê biryar da ku Helebce bibe parêzgeh
Nêçîrvan Barzanî û Ehmed Şer civiyan
NYT: Li Sûriyê zêdetirî 100 kargehên çekên kîmyewî hene
Şanda Rêveberiya Parêzgeha Helebê serdana ENKSê kir
Rêber Ehmed: Kurdistan pabendî rûbirûbûna tawanên rêkxistî û torên bazirganîkirina bi mirovan e