Polîsê ku George Floyd Kuştibû bi Kefaletê Hat Berdan

Polîsê ku George Floyd Kuştibû bi Kefaletê Hat Berdan

Polîsê kevn Derek Chauvin, ku li Amerîka dema George Floyd desteser kiribû pêlî stûyê wî kiribû û ew kuştibû, bi kefaleta 1 mîlyon dolarî hat berdan.

Di dosyeya li Dadgeha Herêmî ya Hannepin County de, belgeyeke ku raber dike ku kefalet ji alîyê kompanîya sîgorta ya bi navê Allegheny Casualty hatiye garantî kirin, cîh girt.

Sê polîsên din yên jiber kuştina Floyd hatibûn tawanbar kirin, bi kefaleta 750,000 dolarî hatibûn berdan. Bi serbestbûna Chauvin re, ti kesê jiber kuştina Floyd di girtîgehê de ye, nema.

Chauvin nikare wek polîs bixebite û qedexe ye ku ew bi malbata Floyd re danûstandinê bike.

George Floyd di 25’ê Gulanê de hatibû desteser kirin û jiber vîdeoyên ku raber dikirin ku Chauvin bi çokê pêlî stûyê Floyd kiriye, protestoyên berfireh li dar ketibûn.

Li ber e ku Chauvin û 3 polîsên din di Adara 2021’an de derkevin pêş dadgehê.

 

Cîhan Haberleri

Rojnameya herî kevn a cîhanê çapa xwe ya kaxezê radiwestîne
Xelata Aştiyê ya Nobelî dane mafparêzên ji Belarûs, Rûsya û Ûkraynayê
Xelata Wêjeyê ya Nobelî dane Annie Ernauxê
Nikolay GOGOL Nivîskarekî Ukraynayî an Rûsî ye?
Muzîkjen Mikis Theodorakisî koça dawî kiriye