Polîsê Sûrî li Humsê Ser Gurbûna Girjîyan Qedexeya Derketina Derve Radigihîne

.

Medyaya dewletê ya Sûrîyê ragihand ku polîsê Sûrî li Humsê jibo şev qedexeya derketina derve ragihandiye.

Li gor ragihandina medyaya dewletê, biryara qedexeyê piştî wan xwenîşandanan û girjîyan çêbûye ku xwecîhên bajêr dibêjin kêmîneyên Elewî û Şîayan li dar xistine.

Ajansa nûçeyan ya Reutrersê ragihand ku wê nekarîye daxwazên xwenîşanderan û dereceya girjîyê piştrast bike.

Hin xwecîh dibêjin ku protesto bi zextên dawî yên li ser Elewîyan re peywendîdar e ku ew koma mezhebî û kêmîne wek piştgirên rastgo yên Serokê berê yê Sûrîyê Beşar Esad dihatin dîtin.

Esad 8'ê Berfanbarê ji alîyê serhildayên Îslamî yên Sunî ve ji desthilatê hat hilweşandin.

Çavdêrên şer dibêjin ku piştî belavbûna vîdyoyeke ku êrîşa dijî goreke Elewî nîşan dide li hin herêmên Sûrîyê protesto çêbûne.

Li gor ragihandina Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) li Tartus, Lazkiye, Cableh û hin bajarên din protestoyên mezin çêbûne.

Karbidestên nû yên Sûrî dibêjin ku vîdyoya belav bûye kevn e û di pişt protestoyan de hin komên nenas hene.

Wezareta Navxweyî ya Sûrîyê ji Tlegramê ragihand ku komên nenas bi belavkirina vîdyoya kevn xwestine ku nakokîyên gelê Sûrîyê gur bikin.

Jêder: Reuters, AFP

Kurdistan Haberleri

Mamosteya Kurdî li Sineyê 5 sal ceza xwar: ‘Fêrkirina Kurdî sûc e?’
Artêşa Tirkiyeyê li hin herêmên Kurdistanê belavokan davêje
Rûsyayê agirbest bi Ukraynayê re ragihand
Amerîkayê hişyariya gerûgeşta li Sûriyeyê da
Navê stada Fenerbahçeyê dê bibe 'Kobanî'