Di 19.12.2016ê de li Enqerê li Beledîyeya Çankayayê li Navenda Pêşengeheka Wêneyan di dema axaftina xwe de sefaretê Rûsyayê yê Tirkiyeyê Andrey Karlov ji alîyê polisekê Tirk ve hat kuştin û sê kes jî birîndar bûn.
Qetîl jî ji alîyê polêsan ve hat kuştin.
Li gor Wezîrê Kar û Barê hundir yê Tirkiyê Sileyman Soylu navê polîs Mevlut Mert Altintaş e, 24 salî ye, ji navçeya Soke ya Aydinê hatîye dinyayê û ev 2 sal û nîv e polisê hêza çewîk e.
Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Ozçelîk di hesabê xwe yê twitterê de got; "Ew qetilkirina Andrew Karlov ê Balyozê Rusyayê bi tûndî şermezar dikin û sersaxîyê ji malbata rehmetî û ji gelê Rusyayê dixwazin."