Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) derbarê êrîşa PKKê ya li ser hêzên Pêşmerge de ya li Metînayê ku doh 5ê Hezîranê 5 Pêşmerge hatin şehîdkirin û 7 jî birîndar bûn daxuyanî da.
PDKê destnîşan kir, êrîşên PKKê di berjewendiya dijminên Kurdan de ne û diyar kir, PKK li pey derfetekê digere ji bo jinavbirina Herêma Kurdistanê.
Ji bo herêman ji Tirkiyê re bihêle bi qest şer veguhestiye nav xaka Kurdistanê
Polîtburoya PDKê got, “PKKê bi mebest û bi qestî şerê li gel Tirkiyê veguhestiye nav xaka Herêma Kurdistanê û bi planekê şer dike û herêman bo artêşa Tirkiyê bicih dihêle.”
Di daxuyaniyê de li ser êrîşa doh ya PKKê bi ser Pêşmerge de hat gotin: “Ew destdirêjiya duh a PKKê bo ser Pêşmerge, destdirêjî ye bo ser tevahiya xak, serwerî û xelkê Herêma Kurdistanê. Ji ber wê, pêwîst e hemû hêz û aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê, bi yekdengî û yekhelwestî, rûbirûyê wê plana mezin bibin ku serkirdeyên PKKê cîbicî kirine.”
PDKê destnîşan kir, armanca PKKê ji bicihhiştina bo Tirkiyê ew e axa me bide dagirkirin û guvaşa li ser Herêma Kurdistanê zêdetir bike.
Di daxuyaniya PDKê de hat gotin, PKKê ti demekê rêz li serweriya Herêma Kurdistanê negirtiye û îtîbar bo Hikûmeta Herêma Kurdistanê û saziyên wê nedaniye û ti hesabek bo yasayan nekiriye, berevajî danbixwedagirtina Hikûmeta Herêma Kurdistanê û saziyan, bi xeraptirîn şêwe sûd jê werdigire.
PDK dibêje, "Dema veguhastina gundnişînan piştî Raperîna 1991, xelk vegeriya ser navçeyên xwe û PDK di wê daxuyaniyê de têkildarî vê mijarê dibêje, “PKK bûye sedema dûbare derbiderbûna xelkê bi sedan gundên navçeyên sînorî. PKK bi wê jî ranewastiyaye ku bi neheqî bac û seran ji cotkarên Kurdistanê werdigire, lê bi bername, hewla têkdana statuya Herêma Kurdistanê dide.”
Di daxuyaniya PDKê de li ser şerê dijî DAIŞê jî hatiye gotin, “Sala 2014an dema DAIŞê êrişî Kurdistanê kir, Pêşmerge ji navçeyên sînorî ber bi bereyên şer ve bo şerê dijî DAIŞê çûn, PKKê jî ew rewş bo xwe bikar anî, gav bi gav çû nav gundan. Piştî ku Pêşmerge bi ser DAIŞê de bi ser ket û metirsiya DAIŞê ta asteke berçav ji Kurdistanê dûr xist, vegeriya cihên xwe li navçeyên sînorî, tevî ku PKK xwe wek xwediyê malê dizane, Pêşmerge û xelkê Kurdistanê jî wek biyanî! Lewma zû zû bi rûqayîmane radigihîne ku nabe Pêşmerge biçe wan navçeyan ku wan di rojên mijûliya Pêşmerge bi şerê DAIŞê, dagir kirine.”
PDKê destnîşan kir, “PKK bi mebest û enqest şerê li gel Tirkiyê veghestiye nav xaka Herêma Kurdistanê û bi planeke dariştî şer dike û navçeyan bo artêşa Tirkiyê bicih dihêle, da ku xaka me bide dagirkirin û guvaşa li ser Herêma Kurdistanê zêdetir bike.”