Politika Ankarayê ya Qirkirinê li ser Zimanê Kurdî -5

Siddik Bozarslan

Siddik BOZARSLAN

Tirkan, politika qirkirinê di hemî qadên jîyanê da li seranserê Bakurê Kurdistanê xistin jîyanê. Di nav pêvajoya salên 1920-1940î da bi sedhezaran kurd hatin kuştin, bi sedhezaran jî hatin surgûnkirin; tirkên koçber ku ji wan ra mahacir dihat gotin, anîn li Kurdistanê cîuwar kirin, Kurdistan serubuno bû. Li gelek gundên Kurdistanê avayî û qerekolên eskerîyê hatin çêkirin; heta dawîya salên 30yî li hemî bajar, bajerok, qeza, nahîye û gundên mezin qereqolên eskerîyê hatin çêkirin û bi rîya orduya tirk, civata kurd xistin bin kontrolê. Qedexekirina li ser zimanê kurdî hat heta nuqteyek ku axiftina jibo her gotineka kurdî 5 quruş cezayê pere xistin jîyanê; ev politika qedexekirin û cezakirinê di eyara hovîtîyê û cinawirîyê da pêkanîn ku kurdên ku bi heywanên xwe ra kurdî diaxifîyan jî rastê cezadayînê dihatin. Çarçoveya qedexekirinê bi wê jî sînorkirî nema; guhdarîkirina radyoyên kurdî jî hatin qedexekirin ku wan radyoyan ji Erîvanê, an ji Baxdayê ango ji Tahranê weşanên kurdî dikirin.

Rîyek jî jibo asimilasyona tirkan li ser zarûkên kurdan, avakirina mektebên razanê yên herêmî (Yatılı Bölge Okulları) bûn ku piranîya wan li herêmên Kurdistanê bûn. Zarûkên ku bi taybetî ji malbatên xizan dihatin, ew li wan mekteban hatin qeydkirin û perwerdekirin. Bi vî awayî ew zarûk tevayîya wextên xwe li wir derbas dikirin û di bin teda û cezakirina mamostayan da hatibûn tecrîdkirin ku ew mecbûrê hînbûna tirkî bûn û bere bere ji zimanê xwe, ji kurdî dûr ketin. 

Dewleta tirk, bi karanîna politika xwe ya hovane qîma xwe tenê bi qedexekirin û cezayan li ser zimanê kurdî nanîn; wan di hemî qadên jîyanê da piralî xebitîn ku kurdî ji meydanê rakin. Jibo wê politika gemarî di derbarê nivîsan da jî bi hezaran teorîyên derewan avêtin ortê ku wek qewmek kurd û kurdî wek zimanek tune û wd. Wek mîsal, li gora ”Teoriya Rojê ya Zimên” ku di 1935an da çêkirine; Asya Navîn ku navenda bapîrên tirkan e, dergûşa medenîyetê ye û zimanê tirkî jî dayîka hemî zimanên dinyayê ye. Kurd jî eslê xwe qewmê Turan (yanî tirk) in. Ev teorî hewqas tiştên beredayî gotîye ku Xwedê û Pêxemberê ereb (Hz. Muhammed) jî kirine tirk. Jibo karanîna vê teorîyê û avakirina civateka yekneteweyî, yekzimanî, yekalayî, yekwelatî û heta yekdînî û yekmezhebî çi ji destên wan hatine kirine. 

Numûneyeka balkêş jibo ideolojiya resmî ya Sistema Ankarayê ya nejadperest û hov û rêvebirên wê yên ku sed sal e dixebitin; di dadgehkirina Şêx Saîd û hevalên wî da li Dîyarbekrê, cezayê îdamê didin xortekî kurd, ji ber ku qet tirkî nizanibûye û fam nekirîye. Jıbo semedê dardakirina wî xortî, gotine ”kesekî ku qet tirkî nizanibe û fam neke, xêra wî ji dewleta me ra tune.”   (Ahmet Süreyya Özgeevren, Şeyh Sait İsyanı ve Şark İstiklal Mahkemesi, Temel y. İstanbul, 2002)                                                                                                                                                                                                                                                                                                       Bê guman ev biryara hovîtîyê bi tena serê xwe, hemî rûyê rejima Ankarayê yê qirêj û nejadperest nîşan dide.” 

Numûneyeka balkêş jî di derbarê ”şorişa şepqe”yê da li Licê, yanî li qeza Amedê qewimîye. Wek em pê dizanin di derbarê ”Qanûna Îhtîlalê ya Şepqe”yê da, di 25.11.1925an da qanûna lixwekirina şepqeyê derçûye û fermandarê eskerîyê li xelkê Licê ferz kirîye ku her kes şewqe têxe serê xwe û pê bigere. Piştî ku celeba ewil şewqe xilas bûne ku buhayên wan jî 1 lîra (panotek) bûye, celeba diduyan bi 5 panotî firotine ku ew buha gelek bilind bûye. Kurê Emîn Axa Ömer (kurmamê Tarık Ziya Ekinci ye), telgrafek ji Mustafa Kemal Atatirk ra rêdike û gilîya buhayê şewqeyê dike. Li ser vê gilînameya telgrafê, ferman ji Ankarayê rêdikin Dîyarbekir û ji wir jî rêdike fermandarîya Licê. Fermandarê Eskerîyê yê Licê Ali Haydar, çend şahidên derewîn kom dike û nivîsek amade dike, bi wan şahidan dide îmzakirin ku qaşo Ömer Ekinci amadekarîya hewildanek li dijî dewletê kirîye û wê nivîsê rêdike Mahkema Îstiklalê ya Dîyarbekrê. Dozkarê Dadgeha Dîyarbekrê jî ferman dişîne Licê jibo girtina Ömer. Ali Haydar li gora wê fermanê Ömer rêdike Dîyarbekrê û ew li wir mehkeme dibe, cezayê îdamê didin pê û rojtira dî tê bidardakirin. (Tarık Ziya Ekinci, Lice´den Paris´e Anılarım, İletişim Y. 2010 İstanbul, s. 65)                                                                                                          

Bifikirin, buhayê şewqeyek ku lîrayek bûye, ew bi pênc lîrayî difroşin û piranîya wê karê jî dikeve berîka fermandar Ali Haydar û Ömerê reben jî gilîyê buhabûna şewqeyê dike, lê bi fen û derewên fermandar ew rêdikin ber darê sêpikê û didın kuştin. Yanî bi gotina pêşîyan, Ömerê nezan, nizanibûye ku ”Zimanê meriv, bela serê meriv e” û ji ber bêaqilîya xwe xwestîye ji ber baranê bireve, lê texmîn nekirîye ku ew dê rastê zîpikê were û zîpik ji baranê zêdetir xisarê didin mirov û loma bapîrên me gotine: ”Ji ber baranê revîya, rastê zîpikê hat.”        

Di derbarê qanûna şewqeyê da bûyereka gelek balkêş jî li bajarê Erzirumê diqewime. Li gora Kovara Baroya Mêrsînê ya adara 2013an, li bajarê Erzirumê ji ber ku 52 kes şewqe nedane serê xwe, rêvebirên Kemalist şewqeyan bi serê wan kesan ve bismar kirine û bi vî awayî wan darda kirine, yanî îdam kirine. Wek tê zanîn, bi derxistina qanûnê jibo neçarîya şewqelixwekirinê; her kes mecbûr bûye ku şewqe bixin serê xwe. Yên ku wê fermana Ankarayê neanîne cî ango ji fermanê ra îteatê nekirine, wek li Erzirumê hatîye dîtin ew bi awayên êşkenceyê hatine cezakirin û îdamkirin.    

Li mekteban, li zanîngehan, li dadgehan, li balyozxaneyên tirkan, bi kurtî li hemî qadên jîyanê berpirsên tirk piralî ketibûne nav êrîşên hovane û her kes di hendafa  xwe da li ser înkarkirin û qedexekirina kurdî xebitîne û ev xebatên wan sed sal e ku didome. Mîsalek ji van hovîtîyan, dîtinên Talip Muştak e ku ew di salên  1958- 1964an da sefîrê tirk yê Îraqê bûye. Wî di bîranînên xwe da îddîa kirîye ku kurdî xwedîyê rêzimanek (gramatikek) nîne û tenê 8428 gotin di kurdî da hatine xebitandin ku di nav wê jimareyê da jî tenê 300 gotin kurdî ne. 

Li gora Talip Muştak yekûna 8428 gotin ji van zimanan kom bûne: 

Eski Türkçe (tirkîya kevn)                                                                                       3800 gotin 

Türkçede kullanılan Arapça kelimeler (gotınên erebi ku dı tırki da ne)  2000 –”   

Zend Dili (zimanê zendî) 1240 –”

Modern Farsça (farisîya modern) 1030 –”       

Eski Pehlewi (pehlewîya kevin)  370 –”

Asıl Kürtçe (kurdîya esil) 300 –”

Ermenice (ermenî) 200 –”

Kalde Dili (zimanê kaldeî)  108 –”

Çerkezce (çerkezî)  60 –”

Gürcüce (gurcî) 20 –”

Kürtçede kullanılan toplam kelime sayısı 8428 (Kurdich Times, Vol 1, No 1, 1986, p.10, jêdergirtî E. Hasanpur, eynî eser r.60)