Nuri Aldur
Bêhn û pixar: Dema dewleta tirk şerê bo dagirkirina Afrînê dikir, gelek hemwelatîyên Tirkîyê KEFEN LI WAN û li ber seraya serokdewlet bangdikirin: ”reîs me bişyêne Afrînê”.
Gelekî balkêşe ku tu kes ji hemwelatîyên Tirkîyê KEFEN LI XWE NAKIN û naçin ber seraya serokdewlet û bangnakin:” reîs me bişyêne Filistînê”.
Bere kurd vêna li anîşkeke tarîxa xwe notbikin.
Pîs û qirêj: Hûkûmetên Baxdayê bi sed qûrban û heyranan, bi gelek çûûn û hatinên delegesyon, komîte û dîplomatîya hûkûmeta Hewlêr bo Baxdayê heta ku maaşên karmendên kurd qabûl dikin anjî pirsekedin ku Baxda bi xwe jî ji zûde bin îmze kirîye, lê niha virde-wirde dikin û van mafên kurdan di taxirênin û jîyanê li Kurdistanîya dikine dojeh.
Lê gelekî balkêşe ku hûkûmeta Baxdayê, Tirkîye û Sûrî dawetî Baxda dike da wan li hevdû bênê. Anjî qala ku Baxda wê li gel Hizbillaha Libnan dijî Îsraîl şer bikê têt kirin û nûçekeke nû ku niha belav bûyîye ku serokatîya Hamas bo Baxda bêt neqilkirine. Li vir qûrban û heyrantî pêwîst nîye, li vir panarabîzm û baxnaztîya dijî Kurdistan heye.
Bere kurd vêna jî li dereke tarîxa xwe qeyd bikin.
Dirûtîya Tehran û çîroka Hesen, Hiseyn û Xumeyni: Ewan her dem bi navên Elî û Amer, Hesen û Hiseyn, xweda û qûraan di rabin û dirûnin. Lê ewan roj nîne ku hesenok û hiseynan, elî û amerên xort û belengazên îroj ne daleqênin.
Noktekedin ku divêt bêt gotin: ewan ne wilo mêrin ku herin xwîna îsraîlîyan birijênin, lê ew wê qûwet û cesaretê bi xwere dibînin ku malbata kurdekî xwedî kar li Hewlêr qetlbikin. Dijminatîya Kurdistan bo van primitîva li ser her tiştîreye.
Ez agadarim ku piranîya me kurdan vê dirûtîya beloq, bê norm û edeba politîkî baş dizanin û dinasin – pêwîstîya not kirinê tûneye.
Rêveberîya xweser – Rêveberîya NE xweser:
Ne ez dibêjim, pisporên politîkayê dibêjin ku; xweşî û xweşikbûna welatekî, mentîqekê anjî cihekî ku politîkacî îdaredikin bi hebûna mûxalefetê ve girêdayîye, hebûna serbestî û azadîya mûxalefetê krîtera herî giringe: MA EV KRÎTER LI ROJAVAYÎ welatême heye?
Bersiv bi daxawe ”NA” ye ke mezine!
Niha jî kesên ji partîyên kurd yên mûxalif tên girtin, revandin û windadibin .Lokal û komalên wan xeradibin, cam û derîyên wan tên şikandin. Ev ne tenê eybe, şerme û gûneha, ev sûce, kirîmînalîteye û barbarîye jî.
Gotina rastîn eve ku navê îdareye Rojava – divêt Rêveberîya NE azad, NE serbest û NE xweser bê.
Ez havîneke xweş bo we xwendevanên Rûpela nû û xebatkarên wê hêvî dikim. Ezê bi kevime betlaneke/tatîleke du mehî û bi hêvîyên ku em meha êlûnê dîse li gel hevbin.
Di xweşîyêde bimênin.