Pompeo amaje bi vê yekê kiriye ku vekişîna Amerîkayê ji Sûriyê, guherîneke taktîkî ye û biryardariya Amerîkayê ya ji bo tunekirina DAIŞê û nehiştina hêzdarbûna Îranê li herêmê naguherîne.
Li ser pirsa ku ‘Gelo dema vekişînê Amerîka baweriyê bi Erdogan tîne ku hêzên Kurd ên piştgiriya wan dike, neke armanc?’ jî Pompeo got, “Erdogan ji Serok Trump re soz da ku piştî vekişîna me dê têkoşîna dijî DAIŞê bidomîne û dostên me yên ku em ligel wan şer dikin biparêze.”
Şêwirmendê asayişa netewî ya Amerîka John Bolton jî beriya ku serdana Tirkiyê bike, gotibû, heta parastina kurdan neyê garantîkirin Amerîka ji Sûriyê dernakeve.
Senatorê Amerîkî Lindsey Graham jî gotibû, di mijara parastina kurdan de baweriya me bi Tirkiyê nayê ji ber wê jî divê ev were garantîkirin.