Pompeo, pîrozbahî li Nêçîrvan Barzanî kir

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo di peywendiyeke telefonî de bi boneya hilbijartina wî weke Serokê Herêma Kurdistanê pîrozbahî li Nêçîrvan Barzanî kir.

Di peywendîyeka telefonî de Mayîk Pompêw, wezîrê derveyê Emerîkayê pîrozbahî li Nêçîrvan Barzanî serokê hilbijartîyê Herêma Kurdistanê kir bi boneya hilbijartina wî wek serokê Herêma Kurdistanê û hêvîya serkevtinê bo xwast di erk û karê wî yên nû de.

Her di wê peywendîya telefonî de, Pompêw tekez kir li ser peywendîyên welatê wî û Herêma Kurdistanê û Îraqê di hemû waran  de.

Herweha Popmpêw hêvî xwazt peywendîyên Hewlêr û Bexdayê de zêdetir tund û tukme be û arîşeyên di navbera herdû allîyan de bi rê ya danûstandinan û gotûbêjan bihên çareserkirin.

 Ji alîyê xwe ve jî, Nêçîrvan Barzanî supasîya wezîrê derveyê Emerîkayê  kir bo wê peywendîya telefonî û pîrozbahîkirinê û tekez jî kir li ser bihêzkirina peywendîyên Herêma Kurdistanê û Îraqê di hemû waran de û çareserkirina arîşeyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de bi rîya danûstandinan û gotûbêjan.

Kurdîstan Haberleri

Festîvala fîlmên kurdî ya Patrîsê dest pê kir
Li Parîsê Pêşangeya Wêneyan
14 jinên Kurd beşdarî pêşangeheke şêwekariyê ya Polonyayê bûn
Suryaniyên Sûriyê: Gotinên di destûra demkî de, dewama gotinên rejîma berê ye
Komîteya Destûrê: Navê welat wekî Komara Erebî ya Sûriyeyê dimîne